Biryara Hikûmetê bandoreke çawa li Sûriyeyiyan kiriye?

15-04-2024
Helebja Sadon
Emar Hebîb / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Emar Hebîb / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Vîze Sûriyeyî Bandor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser nedayîna vîzeyan bandoreke mezin li Sûriyeyîyên li Herêma Kurdistanê dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand ku êdî vîzeyê nade welatiyên Sûriyeyê.

Li gorî zanyariyên Nûçegihana Rûdawê Helebce Sadûnê, gelek welatiyên Sûriyeyê ji bo standina vîzeyê ji konsulxaneyan welatan ên li Hewlêrê civan hene û ew nikarin bên civanên xwe.

Gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji bo ku di ser Herêma Kurdistanê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin bilêt standine lê belê ew jî êdî nikarin werin.

Herwiha ew kesên xwedî pasaporta Sûriyeyê ne û li Herêma Kurdistanê ne dijîn dixwazin jin û zarokên xwe bînin cem xwe lê ew jî êdî nikarin wan bînin cem xwe.

Emar Hebîb yek ji wan kesan e, xelkê Şamê ye lê ev salek e ku şêniyê Hewlêrê ye.

Emar Hebîb beriya biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê xaniyek kirê kiriye da ku di rojên Cejna Remezanê de hevjîn û kurê xwe bîne cem xwe û çend rojan bi hev re derbas bikin.

Lê ji ber wê biryara hikûmetê ew nehatine. Biryara hikûmetê hemû amadehiyên wî yên ji bo kombûneke malbatî hilweşandine.

“Me dixwest Cejna Remezanê bi hev re derbas bikin”

Emar Hebîb ji Rûdawê re behsa rêlibergirtina hatina zarok û hevjîna xwe kir û got:

 “Min bêriya wan kiribû.Min vîze ji bo wan derxist û bilêt ji wan re stand.

Piştre min ev xanî kirê kir û hemû tişt kir ji bo em Cejna Remezanê bi hev re derbas bikin û çend rojên xweş li cem hevdû bin.

Ew li Balafirgeha Şamê hatin rawestandin.  Dengê kurê min li balafirgehê dihat min, digiriya.

Ne tenê hevjîna min û kurê min gelek malbatên din ji ber wê biryarê li balafirgehê hatin rawestandin û wan nikarîbû werin Herêma Kudristanê.”

Li gorî gotina Emar Hebîb, hemû hevalên wî bi taybetî jî yên li Ewropayê dimînin, dema malbatên xwe dîbînin, li Hewlêrê li hevdû kom dibin.

Emar Hebîb, da zanîn ku Herêma Kurdistanê niha wekî hêlînekê ye ji bo xelkê Sûriyeyê.

“Ez hêvidar im ku hêsanî bibe”

Hebîb bang li berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got:

 “Ez bi hêvî me Hikûmeta Herêma Kurdistanê di mijara vîzeyê de ji kesên rewşa wan wekî ya min re hêsaniyê bike.”

Piraniya wan kesên ku ji Sûriyeyê bi vîzeyê derbasî Herêma Kurdistanê dibin ciwan in û li xwaringeh û kargehan dixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst