Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) yê Êlihê Serkan Ramanli got ku dema ew bibe Serokê Şaredariya Êlihê dê navendên zimanê Kurdî vekin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.
Li bajarê Êlihê ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê heft aliyên siyasî berbijêrên xwe diyar kirine.
Herwiha Muzazez Bektaş jî wekî serbixwe namzed e.
Lê tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî, AK Partî û HUDA PAR ji bo Êlihê rikeberiyê bikin.
Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Êlihê ya giştî 620 hezar û 278 e.
Nifûsa navenda Êlihê jî 464 hezar û 649 e.
Li Êlihê di hilbijartinên 31ê Adarê de bi giştî mafê dengdanê yên 411 hezar û 11 kesan heye û li navenda bajêr jî mafê 310 û hezar 667 kesan heye.
DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun kirin namzed lê paşê ji ber hinek bûyeran Oztuzun ji hevserokatiya şaredariyê derxist.
AK Partiyê biryar da ku Adîl Sebatî Ceylan bibe namzedê wan ê Şaredariya Êlihê.
HUDA PARê jî Parlamenterên Êlihê Serkan Ramanli kir namzedê şaredariya wî bajarî.
Çar aliyên din ên siyasî, CHP, ÎYÎ Partî, Partiya DEVA û Partiya Saadetê jî namzedên xwe diyar kirine.
Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Êlihê Serkan Ramanli bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.
Serkan Ramanli di hilbijartinên dawî yên sala 2023yan de ji Êlihê wekî parlamenter hat hilbijartin û niha endamê Parlamentoya Tirkiyeyê ye.
Ramanli derbarê atmosfera hilbijartinan a li wî bajarî û plan û projeyên xwe yên ji bo Êlihê ji Rûdawê re axivî.
“Çavê wî li derî ye, xwelî li serî ye”
Serkan Ramanlî têkildarî vê yekê ku çima di demekê de parlamenter e, xwe ji bo posta serokatiya şaredariya Êlihê berbijêr kiriye, ragihand:
“Gelek kes vê pirsê ji min dikin, ez dibêjim we em ji xwe re kir wekîl û şand Enqereyê lê hûn jî dizanin wekîltiya vê herêma me ne tenê di meclîsê de wezîfedar in, gelê me dixwaze bi her awayî xebat û xizmetên xwe bi wekîlê xwe bide kirin.
Lazim e wekîl berdewam di nava xelkê xwe de be. Di vî warî de jî lazim e em bêtir bixebitin.
Gotineke me heye dibêje, ‘çavê wî li derî ye, xwelî li serî ye’.
Em jî dibêjin em dê pişta xwe bi destê xwe bixurînin, em dê xizmeta xwe bi destê xwe bikin, şaredarî jî vê îmkanê dide me.
Bi baweriya min serokatiya şaredariyê hêjayî 10 parlamenteriyê ye.
Lewra tu karibî xizmet û xebata xwe bi destê xwe ji miletê xwe re bikî.
Niha jî ez ji miletê me re wêya dibêjim, heta 5 salan ez wekîlê we me, ew derfet û ew îmkan vê gavê di destê me de heye.
Eger hûn ji min re bibêjin, tu bibe serokê şaredariya me, xizmeta xwe bi destê xwe bike, ez dê karibim bêhtir xizmetê ji miletê xwe re bikim.
Lê ger bêjin na, tu wekîlê me yî bila serokatî ji hinekên din re be, wekîltiya xwe berdewam bike, ew îmkan jî heye û heta 4 salên mayî jî ez dê wekîltiya miletê xwe bikim.”
“Qeyûm nehişt ew îdareya xwe bikin”
Ramanlî da zanîn ku ji bo serkeftinê çi ji destê wî were di çarçoveya rewa de ew bi kar tînin û wiha domand:
“Şev û roj em dixebitin, em dixwazin gelê me jî xizmetekê bibîne.
Lewra partiya DEMê heta vêga bi sedî 60 deng distand li vî bajarî lê mixabin qeyûm dihatin ser serê wan, nedihîştin ku ew îdareya xwe bikin.”
“Qeyûm nekariye xizmeta Êlihê bike”
Bi gotina Ramanlî, qeyûm nekariye xizmeta bajarê Êlihê û xelkê wê bike û destnîşan kir:
“Eger kesek ne ji bajêr be û sosyolojiya miletê xwe zanibe, nikare xebatên baş bike.
Em dibêjin gelek xebat ji Batmanê re lazim e, em bi destê xwe vêya bikin, eger na ew çarçoveya hilbijartinê û qeyûman dîsan dê berdewam bike.
Em naxwazin ew pergal berdewam bike, divê em wê pergalê bişkînin û bi HUDA PARê û bi xêrxwazên miletê xwe re em xizmeta xwe berdewam bikin.”
Li ser pirsa tu bibî şaredar dê çi bikî Ramanli wiha got:
“Em wekî HUDA PARê eger bên ser wazifeyeke em nikarin ferqê û meylê bixin di navbera însanên xwe de.
Siyaset ne ji bo ku em ji hev biçin û neyartiyê kûr bikin. Siyaset ji bo wê yekê ye ku em biratî û yekîtiya xwe zêde bikin û kêrî hev bên.”
"Kesên ku zimanê wan ne Tirkî be, ne mecbûr in bi Tirkî xizmetê bistînin"
Derbarê mijara û projeyên zimanê Kurdî jî Ramanli got:
“Me sê tişt dane ber xwe. Ya yekem ew e ku li ser vê axê ne tenê Kurmanc dijîn, Ereb jî hene ew kesên ku zimanê wan ne Tirkî be ew ne mecbûr in bi Tirkî xizmetê bistînin.
Ew dikarin bi Kurd, bi Erebî bi zimanê dayîka xwe xizmetê ji me wergirin.
Di malpera me ya înternetê de jî dê her ziman hebin.
Ew kesên ku bixwazin zarokên xwe fêrî Kurdî bikin dê li hemû taxan krêşan vekin da ku li pêşiya dibistanan em Kurdî hînî zarokên xwe bikin.
We jî daye zanîn ku tayînkirina mamosteyên Kurdî niha ne mimkûn an jî gelekî kêm e.
Gelek kesan beşa ziman û wêjeya Kurdî qedandiye lê nayên tayînkirin.
Em dê bi derfetên şaredariyê mûçe bidin wan û bila zarokên me ferî Kurdî bikin.”
"Em dê Enstîtûya Bedîûzeman vekin"
Ramanli herwiha da zanîn ku ew dê bi navê Bedîûzeman enstîtûyekê vekin û zana, rêber û pêşengên Kurd ên wekî Şêx Ubeydullah, Mela Mistefa Barzanî, Şêx Seîd, Selahedînê Eyûbî û Şêx Mehmûdê Berzencî bi xelkê bidin naskirin û ew dê li ser dîroka Kurdan xebatan bikin.
Ramanli herî dawî got:
“Niha gelek kes zimanê zikmakî dixwaze lê dîroka xwe, koka xwe nizanin, ji kû derê hatine, kê rêberiya wan kiriye, kê rêya wan ronî kiriye, kê xwe ji bo gelê xwe kiriye qurban nizanin. Em dê wan jî bidin nasîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse