Namzedê Amedê yê HUDA PARê: Di hilbijartinan de dê surprîzên mezin çêbibin

28-03-2024
RÛDAW
Namzedê Şaredariya Amedê ya HUDA PARê Faruk Dînç
Namzedê Şaredariya Amedê ya HUDA PARê Faruk Dînç
Nîşan HUDA PAR Amed Hilbijartin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Namzedê Şaredariya Amedê ya HUDA PARê Faruk Dînç diyar kir ku ji bo wan ne be jî dê ji bo partiyên din surprîzên mezin çêbibin.

Parlamenterê Mêrsînê û namzedê Şaredariya Amedê ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Faruk Dînç bû mêhvanê Bultena Bakur a Hêvîdar Zanayê li ser hilbijartinan axivî.

Dînç diyar kir ku di hilbijartinên giştî de pirsgirêka bendê hebû û lewma wan tifaq kir û got:

“Bi rastî jî me bi AK Partiyê re tifaq çêkir û ketin hilbijartinan, 4 namzedên me yên parlamenteriyê hebûn û 4 namzed jî bi ser ketin yanî em ji sedî 100 ketin parlamentoyê. Me yekitiyeke wisa ava kir da ku em nûnertiyekê bi dest bixin.”

Parlamenterê Mêrsînê û namzedê Şaredariya Amedê yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Faruk Dînç anî ziman:

“Lê belê di hilbijartinên herêmî de pirsgirêka bendê nîne, pêwîstî bi tifaqê jî nîne. Herwiha nayê wê wateyê ku di hilbijartinên berê de tifaqek çêbûbe, divê ji niha û pê ve jî tifaqeke mayînde hebe.

Em li 81 parêzgeh û hemû navçeyên Tirkiyeyê bi kadro û logoya xwe dikevin hilbijartinan û bi hêviya ku em li hemû navçe û parêzgehan bi ser bikevin ketine.”

“Ez dikarim bibêjim ku eleqeya ji bo HUDA PARê pir zêde ye”

Faruk Dînç da zanîn ku berî hilbijartinên giştî HUDA PAR gelekî nedihat naskirin û da zanîn:

“Lê piştî hilbijartinên giştî hema hema ji sedî sed hat naskirin. Niha kesekî ku HUDA PAR nebihîstibe û nas neke nîne. Helbet buxtan hatin kirin, bi gotinên qirêj hewl dan vê partiya pak qirêj bikin.

Lê belê roja HUDA PARê zêdetir hilat û naskirina wê di her astê de zêde bû. Ez dikarim bibêjim ku eleqeya ji bo HUDA PARê pir zêde ye û ne wekî berfê wekî aşûtê mezin dibe.

Her kes dê bibîne encamên ku HUDA PAR dê di hilbijartinan de bi dest bixe, ne ji bo xwe lê ji bo partiyên din ên siyasî bibe surprîzeke mezin.

Em hêvîdar in ku dengên me pir zêde bibin û Înşalah roja yekşemê em dê hemû bibînin.”

Dînç li ser rexneyên nêzîkatiya HUDA PARê ya li hemberî jinan got:

“Mixabin ev encama gotinên qirêj ên li hemberî HUDA PARê ne. Wekî ku me di hilbijartinên giştî de jî gelek tişt bihîstin, îdia hatin kirin ku qaşo jin li ode û salonên ku parlamenterên HUDA PARê lê dimînin naxebitin.

Herwiha hinekan HUDA PAR wekî partiyeke ku jinan bi xwedî dike bi nav kir û heta serokê demkî yê CHPyê jî rûreşiyên wiha dike. Di destpêkê de hat gotin ku HUDA PAR jinan bi xwedî dike, piştre jî tiştên wekî HUDA PAR jinebiyan bi xwedî dike hatin gotin.”

“Amed bêxwedî ye”

Faruk Dînç di bersiva pirsa projeyên xwe yên ji bo şaredariyê de got:

“Ez bawer dikim ev bajarê me yê xweşik Amed bêxwedî ye. Bi salan e çêkirina nexweşxaneya bajêr bi dawî nebûye. Niha nexweşxane lo holê nîne.

Amed tenê ji Amedê pêk nayê, xîtabî parêzgehên derdorê û heta Îraqê jî dike. Li rojava Stenbol çi be li rojhilat Amed ew e.”

Faruk Dînç diyar kir ku ew li Amedê bi DEM Partiyê re hevrikiyê dikin û got, “Em ti carî qebûl nakin ku di navbera partiyên siyasî de kîn, dijminatî û zimanê nefretê were bikaranîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst