Armancên HAK-PAR û HUDA PARê çi ne?

28-03-2024
Abdulselam Akinci
HUDA PAR û HAK-PAR bi serê xwe dikevin hilbijartinên heremî
HUDA PAR û HAK-PAR bi serê xwe dikevin hilbijartinên heremî
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan HAK-PAR HUDA PAR
A+ A-

Amed (Rûdaw) – HUDA PAR û HAK-PAR bi serê xwe dikevin hilbijartinên heremî û her du partî jî ji Kurdan deng distînin.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) di hilbijartinên borî de bi AK Partiyê re tifaq kiribû û 4 namzedên wê ji lîsteya AK Partiyê ketibûn parlamentoyê.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî piştî ku hewla wê ya tifaqa bi partiyên Kurdî re pêk nehat bi sere xwe dikeve hilbijartinan.

Li bajarên Kurdan rikeberiya mezin di navbera DEM Partî û AK Partiyê de ye.

Dengên dengdêrên Kurd jî zêdetir ji DEM Partî û AK Partiyê re diçin.

HAK-PAR û HUDA PAR tevlî rikeberiyê bûne

Lê vê carê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê HAK-PAR û HUDA PAR jî tevlî rikeberiyê bûne.  

Tê gotin ku bi taybetî li bajarên Kurdan ji ber ketina hilbijartinan a HUDA PARê dengên AK Partiyê kêm dibin.

Endamê Komîteya Giştî ya Rêvebir a HUDA PARê Mahmut Emînoglu ji Rûdawê re got:

“Em miraz dikin ku li cihên heta îro navê me nehatibe dîtin jî di vê hilbijartinê de xwe bidin naskirin.

Em wisa hêvî dikin ku em dê li hinek cihan şaredariyan bi dest bixin.

Hinek cih hene ku em şaredariyan bi dest nexin jî em dê bibin partiya duyemîn û di meclîsa şaredariyan de em dê bibin mixalefeta herî biquwet.

Em hêvî dikin ku ev armanca me bi cih were.”

 Hewlên HAK-PARê

HAK-PAR jî di siyaseta Kurdan de li hemberî DEM Partiyê xwe wekî alternatîfeke herî mezin bi nav dike.

Di hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê de HAK-PARê hewl dabû ku bi partiyên Kurdî re tifaqekê pêk bîne lê ew hewla wan neçûbû serî.

HAK-PAR ji bo hilbijartinên xwecihî jî heman rêbaz ceriband lê dîsa nikarî pêk bîne.

Endamê Meclîsa HAK-PARê Henîfî Eren jî got:

“Em siyaseta ku li Tirkiyeyê li ser navê Kurdan tê kirin xelet dibînin.

Mebesta me ya sereke ew e ku wekî di bernameya me de jî cih girtiye, em ji bo Kurdan dibêjin statu û navê wî jî federalî ye, vê yekê di nav xelkê xwe de belav bikin.

Em dixwazin xelkê xwe bê alternatîf nehêlin û wan ji vê yekê haydar bikin.

Ya duduyan jî helbet em dixwazin li hinek navçe û bajaran şaredariyan bi dest bixin û şaredariyeke bi welatperwerî pêk bînin ku xelkê me di wir de dîrok, çand û hebûna xwe bibîne.”

Li bajarên Kurdan rikeberiya mezin di navbera DEM Partî û AK Partiyê de ye lê HUDA PAR, HAK-PAR, Partiya Saadetê û Partiya Yenîden Refahê jî wekî aktorên nû li qadê xwe nîşan didin û talibe dengên Kurdan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst