Ji destpêka îsal ve 21 hezar û 211 koçber ji Tirkiyê hatine dersînorkirin

14-03-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê ragihand ku ji destpêka îsal ve 21 hezar û 211 koçber ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bo welatê wan hatine dîportkirin.

Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê roja Dûşemê  13ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û têde hejmara koçberên  ku îsal ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatine deportkirin eşkere kir.

Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê diyar kir ku rûbirûbûna wan a ligel koça yasayî bê navber  berdewam dike û got “Îro (Dûşemê)  bi 4 geştên taybet ji balafirxaneya Stenbolê 136 koçberên Efxan bo welatê wan hatin dersînorkirin.”

Serokayetiya navborî eşkere kir ku  ji destpêka îsal  ve ji Bakurê Kurdistan  û Tirkiyê  bi 15 geştên taybet 2 hezar û 319 û bi geştên din jî 4 hezar û 526, bi giştî 6 hezar û 845 koçberên Efxanî bo welatê wan hatine deportkirin.

Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê  ragihand ji destpêka îsal ve ji hemû netewan bi giştî 21 hezar û 211 koçber bo welatê wan hatine deportkirin.

Sala 2022an jî bi balafirê ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê  124 hezar û 441 koçber bo welatê wan hatibûn deportkirin ku piraniya wan ji welatên Efxanistanê û Pakistanê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst