Ji 3 aliyên dûr ên cîhanê çûk û balinde diçin Îdirê

13-11-2023
RÛDAW
Lêkolerê çivîkan ê Swêdî Hannes Andersson. Wêne: AA
Lêkolerê çivîkan ê Swêdî Hannes Andersson. Wêne: AA
Nîşan Îdir Balinde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi nêzîkbûna zivistanê re hejmareke zêde ya cureyên çûk û balindeyan berê xwe da parêzgeha Îdirê.

Navenda Lêkolîn û Perwerdehiya Çivîkan a Arasê ye li gundê Çirikliyê yê navçeya Tozanê ya Îdirê ya Bakurê Kurdistanê pispor lêkolînan li ser balindeyan dikin.

Salane bi sedan zanyar û lêkoler ji çend welatên cîhanê ji bo lêkolîna cureyên çivîkan diçin wê navendê.

Niha jî lêkolerekî Swêdî bi awayekî xwebexş li navendê li ser cureyên çivîkên ku kêm tên dîtin lêkolînê dike.

Lêkolerê çivîkan ê Swêdî Hannes Andersson anî ziman:

“Li rojhilatê Tirkiyeyê çivîkên gelekî taybet hene ku li ti cihekî din nînin, bi taybetî li vê navçeyê tên dîtin.

Piraniya wan çivîkan ber bi Rûsya û Ewropayê ve koç dikin, zivistanê jî diçin Afrîkayê. Dema di rê de ne em wan digirin û lêkolînê li ser wan dikin.”

Navenda Lêkolîn û Perwerdeya Çivîkan a Arasê 18 sal in hatiye avakirin û xebatên li ser tomarkirina cure û koça çivîkan dike.

Heta niha li vê mêrga ku davik lê hatine danîn 316 cureyên çivîkan hatine tomarkirin.

Herwiha 170 çivîk jî bi GPSê tên şopandin.

“Ji çend welatan biyanî û xwendekar ji bo perwerdeyê tên”

Serokê Komeleya Bakurê Rojhilat Prof. Dr. Çağan Şekercioglu got:

“Heta niha ji 37 welatan zanyar ji bo ku li vir lêkolînan bikin û tiştên nû fêr bibin hatine navenda me.

Bi mehan û salan li cem me mane. Ev ji bo danasîna Îdirê derfeteke mezin e.

Her sal ji çend welatan kesên biyanî û xwendekar ji bo perwerdeyê tên vir.”

Ev mêrga 10 kîlometre, bûye rawestgeha çivîkên ku di navbera sê parzemînên Asya, Afrîka û Ewropayê koç dikin, diçin û tên.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 500 cureyên çivîkan ên hatine tomarkirin hene.

Ji wan ên herî balkêş û kêm tên dîtin li vê navçeyê hatine dîtin û tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst