Biryara nû ya Hevpeymanan derbarê binkeyên Hewlêr û Eyn Esed de

13-10-2021
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Navdewletî Hewlêr Eyn Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, ew dê operasyonên xwe yên asmanî yên li Iraqê rêk bixin û cihê hejmarek helîkopterên xwe di navbera Binkeya Eyn Esed li parêzgeha Enabrê û binkeya Hevpeymanan li Hewlêrê biguherin.

Îro Çarşemê 13ê Cotmeha 2021an, Deska Rojnamevanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ji Rûdawê re ragihand, “ji bo ku em şiyana hevbeşên xwe zêde bikin, em dê wan operasyonên ku di navbera binkeya Hevpeymanan li Hewlêrê û Binkeya Eyn Esed (li Enbarê) rêk bixin. Ev guhertina cihê hêzê jî rê dide hevbeşên me daku ewlehiyê li navçeyên xwe bisepînin.”

Deska Rojnamevanî ya Hevpeymaniya Navdewletî herwiha da xuyakirin, di çarçoveya wê rêkxistina hêzê de, hejmarek ji helîkopterên core CH-47 ji Binkeya Eyn Esed ji Enbarê tên veguhestin bo binkeya Hevpeymanan li Hewlêrê û hejmarek ji helîkopterên UH-60 ji binkeya Hevpeymanan a li Hewlêrê ve bo Binkeya Eyn Esed a li Enbarê tên veguhastin.

Derbarê destkarîkirina hejmara serbaz û firokeyên cengî li Iraq û Sûriyê de jî, Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, “ti guhertinek di vê bareyê de nayê kirin û eva niha tenê rêkxistina operasyonan e.”

Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir, “ev rêxistin di çarçoveya vê proseyê de ye ku erkê me ji serbazî ve bo şêwirmendî û alîkariya hevbeşên me li Iraq û Sûriyê hatiye guhertin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst