Jan Dost li Hewlêrê romana xwe ya nû îmze kir

12-06-2023
RÛDAW
Jan Dost li Hewlêrê romana xwe ya nû îmze kir
Jan Dost li Hewlêrê romana xwe ya nû îmze kir
Nîşan Jan Dost Hewlêr Mecnûn Selma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û romannivîsê Kurd ê navdar Jan Dost li bajarê Hewlêrê romana xwe ya nû îmze kir.

Romanivîsê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost îro Duşemê 12yê Hêzîrana 2023yan li Hewlêrê romana xwe ya nû “Mecnûn Selma” (Dînê Selma) îmze kir.

Merasîma îmzekirina romananê li Pirtûkxaneya Mem û Zîn li Hewlêrê bi rêve çû. Her du muzîkjenên jin ku xuşkên hev in, Norşîn û Perwîn jî bi deng û muzîka xwe atmosfêr xweş kirin.

Nivîskar û helbestvanê Kurd Jan Dost ji Rûdawê re diyar kir ku romana wî “Mecnûn Selma” behsa jiyana helbestvanê Kurd Melayê Cizîrî dike.

Jan Dost da zanîn ku ew romana wî bi Erebî hatiye nivîsandin û niha jî ew bixwe wergera wê ya bo Kurdî dike. Dost da zanîn ku romana wî ya berî niha “Mîrname” jî li ser jiyana Ehmedî Xanî bû û ev romanê jî xalek e li ser jiyana kesayetên dîrokî.

Dost da zanîn ku herwiha roman wî ya bi navê “3 Gav û 3 Darek” ku têde behsa jiyana Şêx Seîd dike, bo cara çarmîn li Hewlêrê hatiye çapkirin û ew pirtûkaxwe jî îmze kir.

Nivîskar û helbestvanê Kurd Jan Dost sala 1965an li Kobaniyê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Helebê beşê biyolojiyê qedaniye û ji sala 2000 û vir ve li Almanyayê dijî.

Jan Dost ku bi herdu zimanên Kurdî û Erebî dinivîse, bi helbestê dest bi karê wêjeyî kir û dîwana xwe ya yekemîn a bi navê 'Keleha Dimdim'ê sala 1991 li Almanyayê û paşê di heman salê de li Stenbolê weşand. Heta niha zêdeyî 40 berheman nivîsandine û romanên wî bi Kurdî, her du zaravayan, Kurmancî - Soranî, Erebî, Farisî, Almanî û gelekî zimanên din hatine weşandin û beşdarî gelek pêşangehên navdewletî bûne û gelek xelat wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst