Endamên serkirdayetiya PDK-Sê kî ne û çend deng wergirtine?

12-06-2023
RÛDAW
Endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê hatin hilbijartin
Endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê hatin hilbijartin
Nîşan Kongreya PDK-Sê Hewlêr Endamên serkirdayetiya PDK-S
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di 12mîn kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya (PDK-S) de endamên Komîteya Navendî ya partiyê ji aliyê endamên kongreyê ve hatin hilbijartin.

12mîn Kongreya PDK-Sê roja Şemiyê 10ê Hezîrana 2023an bi amadebûna 202 endaman li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê destpê kiribû û sibeha îro 12ê Hezîranê bi dawî hat.

Di duyemîn roja kongreyê de, 29 endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê hatin hilbijartin. Tora Medyayî ya Rûdawê lîsteya navên endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê bidest xistiye û belav dik:

Dr. Lezgîn Fexrî 88 deng anîne, pizîşkê neştergeriya hestî ye, ji Qamişlo ye, di kongreya 2014an de bibû, Endamê Polîtbîroya PDK-Sê.

Besê Ebdê 84 deng aniye, parêzer e, ji Dêrikê ye li Qamişlo dimîne, di kongreya 2014an bibû endama Komîteya Navendî ya PDK-Sê

Seîd Omer 83 deng anîne, ji gundewarê Dêrikê ye, parêzer e, ew jî di kongreya 2014an de bibû Endamê komîteya Navendî ya wê partiyê. 

Xalid Kemal Derwîş 80 deng bidest xistiye, kurê sekreterê berê yê Partî Kemal Ehmed Derwîş e, ku berya 27 salan di bûyereke trafîkê de li Hesekê canê xwe ji dest dabû.

Hoşeng Semkemûr 80 deng anîne, ji Dêrikê ye, ew jî di kongreya bûrî de endamê Komîteya Navendî bû.

Hacî Kalo 78 deng anîne, ji gundewarê Dêrikê ye, ew jî di kongreya bûrî de endamê Komîteya Navendî bû

Hêvî Wanlî  72 deng anîne, Ji Şamê ye, yekem car e dibe endama Komîteya Navendî ya PDK-Sê, li Hewlêrê dimîne.

Kamîran Haco 73 deng bidest xistiye, ji Tirbespiyê ye, di kongreya borî bibû endamê Polîstbîroya PDK-Sê.

Nafih Beyro 73 deng bidest xistiye, ji Dêrikê ye, di kongreya borî bibû endamê Polîstbîroya PDK-Sê.

Hiyam Ebdulrehman 69 deng bidest xistiye, Ji Qamişlo ye, Ew jî di kongreya bûrî bibû endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê

Horo Osman 66 deng bidest xistiye, ji Efrînê ye, yekem car e dibe endamê serkirdayetiya PDK-Sê.

Mihemed Salih 64 deng bidest xistiye, ji Çil Axa ye, yekem car e dibe endamê serkirdayetiya PDK-Sê

Dilovan Robarî 62 deng bidest xistiye, ji gundê Robariya yê Girkê Legê ye, Fermandarê pêşmergeyê Roj e, sala 2014an bibû endamê Komîteya Navendî ya wê partiyê.

Hesen Remzî 62 deng bidest xistiye, li Qamişlo dimîne. Sala 2014an bibû endamê Komîteya Navendî ya wê partiyê.

Henan Sîdo 61 deng anîne, Ji Efrînê ye, Pêşmergeyê Roj e, li Hewlêrê dimîne.

Mihemed Ismaîl 61 deng anîne, Berpirsê Polîstbîroya PDK-Sê bû, ji gundewarê Dêrikê ye, li Qamişlo dimîne.

Salih Cemîl 60 deng anîne. Li Girkê Legê dimîne. Berê jî endamê Komîteya Navendî ya wê partiyê bû.

Ebdulkerîm Mihemed 59 deng anîne, Berpirsê Rêxistinî yê PDK-Sê bû, li gundewarê Girkê Legê dimîne.

Ebdilhekîm Beşar 58 bidest xistine, ji Qamişlo ye, li Hewlêrê dimîne, cîgirê Serokê Îtîlafê ye.

Hisên Silêman 57 deng anîne, li Girkê Legê dimîne, ber jî endamê Komîteya Navendaya ya PDK-Sê bû.

Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn 57 deng anîne, ji Qamişlo ye, li Hewlêrê dimîne.

Serhan Hesen 56 deng anîne, Ji Dêrikê ye, derçûyê zanîngeha Selahedîn ya Hewlêrê ye, Efserê hêza leşkerê taybet e.

Ferhad Şahîn 55 deng anîne, Ji Kobanî ye, di kongreyê 2014an de bibû, endmdamê Polîtbîroya PDK-Sê.

Mihemed Elî 54 deng anîne, ji gundewarê Dêrikê ye, di kongreyê 2014an de bibû endamê Polîtbîroya PDK-Sê, li Kampa Domîz dimîne.

Şêrko Kenaan 54 deng anîne, Kurê serkerê berê yê Partî, Kinaan Egîd e, yekem care dibe endamê serkirdayetiya PDK-Sê.

Dr. Ehmed Melek 54 deng anîne, ji Dêrikê ye, li Hewlêrê dimîne, pijîşk e, ji 2014an ve endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê bû.

4 kesên din hene 53 deng anîne, wê yek ji wan bibe endamê komîteya navendî ya PDK-Sê: Nafih Ebdulla,  Ebdulrehman Ebtan, Berzan Faris Silêman û Raid Ehmed Hiso

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst