AMED - Berfîna 12 salî hat dîtin: Rûyê malbatê geş bû

2 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Nîşan Berfî Oztemel Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berfîn Oztemela 12 salî ya ku ji duh ve li navçeya Çinarê ya Amedê winda bûbû hat dîtin û rûyê malbatê geş bû.

Berfîn Oztemela 12 salî ya ji Gundê Xanika Jêrîn ê navçeya Çinarê duh nîvro ji malê derketibû da ku here dibistanê.

Lê piştre ti xeber jê nehatibû wergirtin.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci da zanîn ku xebara xêrê hat û Berfîn hatiye dîtin.

Dema xebara dîtinê hat Abdulselam Akinci li mala Berfîn Oztemelê bû.

Abduselam Akinci kameravanê wî Mehmet Kanevî kêliyên kêfxweşiya malbatê tomar kirin.

Nûçegihanê me da zanîn ku Berfîn Oztemel niha Wargeha Xizmetên Civakî û Malbatê ya Amedê ye. 

Akinci her wiha diyar kir ku nayê zanîn ka Berfîn bi xwe çûye yan jî hinek kesan ew radestî Wargeha Xizmetên Civakî û Malbatê kiriye.

“Kesî tehda lê wê nekiriye”

Dapîra Berfînê ya bi navê Ayten Oztemel (dêya bavê wê) ji Rûdawê re derbarê windabûna neviya xwe wiha got:

“Em gelekî kêfxwş in ku hat dîtin. Bi rastî me ti tehdayî li wê nekiribû û ti kesî ji me xwe tevî wê nekiribû.

Em nizanin ka aqilê wê ji çi girtiye û bi xwe çûye.”

Ayten Oztemelê amaje bi wê yekê kir ku dema ew zarok tiştên bi vî rengî qet rû nedida û got:

“Me di zarokatiya xwe de qet tiştên wiha nedîtin. Em li gund bûn, em sibe heta êvaran diçûn çolan û em li ber berxan bûn lê tiştekî wiha nebû.

Lê niha zarok du saetan derdikevin em dibêjin ka çi çêbû.”

Şikrana pîrika Berfînê jî kêfxweşiya xwe nîşan da û got, “Şikir ji Xwedê re vê ew bi selametî hat dîtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst