Îsraîl: Amerîkayê em agahdar kirine ku dê Îran êrişî me bike

2 demjimêr berê
Nîşan Îran Îsraîl AMerîka Daniel Hagari Koşka Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî diyar kir ku Îran xwe ji bo êrişeke mûşekî ya li dijî Îsraîlê amade dike.

Li aliyê din, Îsraîlê jî diyar kir ku Amerîkayê li ser êrişa Îranê ew agahdar kirine.

Berpirsekî Koşka Spî ji kanala CBSyê ya Amerîkî ku partnera Rûdawê ye axivî.

Li gorî gotina wî berpirsê Amerîkî, Îran xwe ji bo êrişeke mûşekî amade dike.

"Em dê Îsraîlê biparêzin"

Berpirsê Amerîkayê li ser êrişa Îranê wiha got:

"Li hemberî vê êrişê bi awayekî aktîf em amadehiyên parastina Îsraîlê dikin.

Êrişa leşkerî dê ji bo Îranê encamên cidî derxe holê."

Her wiha wî berpirsê Koşka Spî amaje bi wê yekê kir ku Îran dê bi mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê bike.

Wî berpirsê Koşka Spî hişyarî jî da Îranê û amaje bi wê yekê kir ku dê encamên gelek tund ên êrişeke wisa derkevin holê.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari piştrast kir Amerîkayê li ser êrişa Îranê hişyarî daye wan.

Daniel Hagari got: "Amirîkayê em agahdar kirin ku Îran dixwaza bi mûşekan êrişî Îsraîlê bike."

Daniel Hagari amaje bi wê yekê kir ku Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ji bo bersiva her êrişî amade ye.

Piştî kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah, rêberê olî yê Îranê Elî Xamîneyî gef li Îsraîlê xwaribû.

Çi bûbû?

Piştî şerê Xezeyê şerekî kotrolkirî di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê de heye.

Îsraîl di demên dawî bi tûndî êrişî baregehên Hizbulahê bombebaran dike.

Li gorî zanyariyên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ji ber êrişên Îsraîlê heta niha 1273 kes mirine.

17ê Îlonê ji ber êrişên elektronî yên Îsraîlê herî kêm 50 kes mirin û 3 hezar kes jî birîndar bûn.

Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê de li Beyrûtê di êrîşên asmanî yên Artêşa Îsraîlê de hatibû kuştin.

Hizbulaha Libnanê, li hemberî êrişan bi roket û mûşekan bersiva Îsraîlê dide.

“Dê xwîna Nasralah li erdê nemîne”

Rêberî Dînî yê Îranê Elî Xamineyî piştî kuştina Sekreterê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah peyamek belav kir.

Elî Xamineyî gef li Îsraêl xwar û tekez kir ku dê xwîna Hesen Nasralah li erdê nemîne.

Elî Xamineyî di peyama xwe de amaje bi operasyonên Eniya Berxwedanê kir û wiha got:

“Cihana Îslamê kesayetiyekî mezin ji dest da, Eniya Berxwedanê aldarekî xwe ji dest da.”

 Dê gurzê Eniya Berxwedanê ya li ser bedena rejima siyonîst bihêztir dibe.

Rejima siyonîst di vê bûyerê de serkeftî nebûye.

Hesen Nasralah rêyek û dibistanek bû û dê rêya wî berdewam bike.

Xwîna Seyid Ebas Mûsewî li erdê nema û dê xwîna şehîd Seyid Hesen jî li erdê nemîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst