Mano Xelîl: Çima li Kurdistanê fîlmên me neyên pêşandan ên Tirk û Ereban bên pêşandan

11-06-2023
Lemya Resûl
Fîlma “Cîran” a Mano Xelîl li Hewlêrê bi sponseriya Enstitutya Goethe ya Almanî hat pêşandan.
Fîlma “Cîran” a Mano Xelîl li Hewlêrê bi sponseriya Enstitutya Goethe ya Almanî hat pêşandan.
Nîşan Cîran Mano Xelîl Hewlêr Balafirxaneya Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Derhênerê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl ku fîlma wî ya bi navê “Cîran” li Hewlêrê hat pêşanda got: “Ez dibînim eleqeyeke baş bo fîlmên me hene,  çima li Kurdistanê fîlmên Tirk û Ereban bên pêşandan ên me neyên pêşandan.”

Fîlma “Cîran” a Mano Xelîl ku heta niha beşdarî 180 festîvalên fîlman bûye û 68 xelat wergirtine, li peytaxta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi sponseriya Enstitutya Goethe ya Almanî hat pêşandan.

Derhênerê Kurd Mano Xelîl ku bixwe jî di dema pêşandana fîlmê de amade bû ji Rûdawê re got: “Ez dibînim ciwan û xelkê me bi çi kêfxweşiyê li fîlmê temaşe dikin. Ez dibêjim ji bo çi filmên me li Kurdistanê neyên nîşandan û fîlmên Tirk û Ereban bên an jî yên Amerîkî nîşandan. Em dê kengê û çawa û bi çi rengî fîlmên xwe bigihînin miletê xwe yê Kurd. Em çand û kultera Kurdî nîşan didin. Dema Aslîka Qadir di fîlma min de Welatê Min Kurdistane distirê xel radibin li ser pêyan.”

Fîlma 'Cîran' a ku ji bilî derhêneriyê herwiha sernorya jî ji aliyê Mano Xelîl ve hatiye nivîsandin, behsa çîroka zarokekî Kurd dike ku di salên 1980î de li gundekî sînorî yê Rojavayê Kurdistanê jiyaye.

Di fîlmê de hejmarek lîstikvanên Kurd, Ereb û cîhanî tê de dilîzin û yek ji wan Heval Nayif e.

Aktorê Fîlma Cîran Heval Nayif dibêje: “Bi her awayî fîlmeke Kurdî bû. Fîlm li ser çîrok û jiyana Kurdan a sed salên borî ye, bi taybetî li ser perçekirina Kurdistanê disekîne. Tişta xweş ew e ku fîlm li hemû cîhanê gerya. Girîngiya fîlman jî ew e ku xelk bibîne.”

Ji Enstitutya Goethe ya Almanî Ana jî got: “Ev pêşandana filma Cîran a Mano Xelîl beşek ji programeke me ye. Me mamoste, derhênerên profesyonel û xwendekar 10 rojan li hev anîne û bi hev re li ser hilberîn, montaj û derhêneriyê dixebitin. Nîşandana vê fîlmê di çarçoveya çalakiyekê de ye. Mano Xelîl yek ji mamostayên vê bernameyê ye, lewma em fîlma wî nîşan didin, ku yekem car li Hewlêrê tê nîşandan.

Dîmanên Fîlma Cîran sala 2019 li Gundê Baxtinê yê ser bi Duhokê ve hatine tomarkirin û nêzîkî 500 kesan di çêkirina wê de beşdar bûne.

Mano Xelîl xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 1996an ve li Swîsreyê dijî û derhêneriya zêdetirî 20 fîlman kiriye, ji wan Peresêlke, Hafiz û Mara, Enfal, Dawid Tulhildan, Zindana Min, Mala Min û Baxçeyên Bihuştê û Tama Hingiv û gelek xelatên navneteweyî wergirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst