Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê: Hilbijartin gelekî girîng in

2 demjimêr berê
Nîşan Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Ilyberus Kudrashov Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Ilyberus Kudrashov li ser hilbijartinan axivîn.

Nêçîrvan Barzanî îro Balyozê Rûsyayê yê Îraqê û şandeya pê re qebûl kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Barzanî û Ilyberus Kudrashov mijarên wekî “pêwendiyên Rûsyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê” nirxandine.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan aniye zimên ku “Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.”

Her wiha wan xwestiye ku propaganda bi awayekî aram bên kirin û hilbijartineke serkeftî bên encamdan.

Serokatiyê daxuyand ku “Şerê li Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” jî mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Propagandaya hilbijartinan 25ê Îlonê dest pê kir û dê heta 15ê Çiriya Pêşîn berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst