Girtiyê Kurd bêyî ku daxwaza wî ya dawî pêk bînin îdam kirin

13-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê xelkê bajarê Îlama Rojhilatê Kurdistanê bêyî ku daxwaza wî ya dawî were cîbicîkirin û malbata wî hay jê hebe, hat îdamkirin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, Mehdî Nurkeremî ku li bajarê Îlamê yê Rojhilatê ji dayîk bûye, roja 10ê Tebaxê li Girtîgeha Navendî ya Arakê bêyî agahdarkirina malbata wî hat îdamkirin.

Daxwaza Mehdî Nurkeremî ya ku cara dawî malbata xwe bibîne, hat redkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw diyar kir ku Mehdî Nurkeremî yê 37 salî, berî 3 salan bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber bi îdamê hat mehkûmkirin.

Mehdî Nurkeremî ji ber ku di warê aborî de tengasiya wî hebû, jê re parêzer nehatibû girtin.

Girtiyê Kurd Mehdî Nurkeremî bêyî agahiya malbata xwe hat îdamkirin û ji mafê hevdîtina dawîn a bi malbata xwe re bêpar hat hiştin.

Îran di nav 5 welatên herî zêde cezayê darvekirinê lê heye de ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêcê ye, di rapora xwe ya dawî de eşkere kir ku darvekirin li Îranê di nîvê yekem a sala 2022an de li gorî sala borî du qat zêde bûye.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Îranê di navbera 1ê Çile û 30ê Hezîranê de 251 kes hatine darvekirin û ev hejmar di nîvê ewil a sala borî de 117 kes bûn. Ji sedî 25ê kesên hatine îdamkirin girtiyên Belûç in.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di meha Gulanê de ragihandibû ku darvekirinên cîhanî di sala 2021an de ji sedî 20 zêde bûne, di heman demê de Îran di rêza îdamê de di serê lîsteyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst