Li Rihayê qeza: 3 xwişk û bira mirin

13-08-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya kanala avdaniyê û di encamê de sê xwişk û birayên di otomobîlê de bûn canê xwe ji dest dan.

Otomobîla Abdulazîz Bakiş (23) diajot, li navçeya Xelîliyê ya Rihayê îro Pêncşemê nêzîkî Gundê Çaxizê wergeriya kanala avdaniya ya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ).

Di qezayê de ligel şofêr,  di xwişkên wî Sara (10) û Zeynep Bakiş (7) canê xwe ji dest dan.

Tîmên binavger ên ji bo cihê bûyerê hatine şandin, termê 3 xwişk û birayan ji nav kanala avdaniyê derxistin û term ji bo otopsiyê bo Saziya Tipa Dadê hatin veguhestin.

Mamê qurbaniyan Yasin Bakiş li cihê bûyerê got: “Li vê derê înşeata wan hebû. Ji gund dihatin serdana karkeran dikirin. Dema bi otomobîlê têne li vê derê dikevin nav kanalê. Abdulaziz di ezmûna leşkeriyê de serkevtî bû. Biryar bû sibe here Ispartayê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst