Gelo Yekîtiya Sovyetê dema Şoreşa Araratê piştgirî da Tirkiyeyê?

27-06-2024
Kawe Emîn
Mehmet Alî Aslan / Wêne: Rûdaw
Mehmet Alî Aslan / Wêne: Rûdaw
Nîşan Yekîtiya Sovyetê Şoreşa Araratê Kurd TÎP Mehmet Alî Aslan Apê Mûsa
A+ A-

Serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan da zanîn ku Yekîtiya Sovyetê rê nedaye ku şoreşvanên Şoreşa Araratê derbasî nav axa wan bibin û got:

“Sala 1920î di kongreya Bakuyê de yek nûnerê Kurdan jî nebû, loma jî Yekîtiya Sovyetê berê xwe neda Kurdan.”

Mehmet Alî Aslan li ser rola Bedirxaniyan a di tevgera neteweyî de got, “Bedirxan Beg sala 1843yan xweseriya xwe ragihand. Ev yek ji aliyê Osmaniyan ve nedihat qebûlkirin, lewra artêş şandin herêmê.”

Serokê berê yê TÎPê bi bîr anîn ku “Osmaniyan de soz dabûn Seyid Riza ku xweseriyê bidin wî” û pê de çû:

“Seyid Riza Ermenî parastin. Seyid Riza Kurdekî nasyonalîst bû. Serhildana Seyîd Riza neteweyî milî bû, loma Tirkan di navbera salên 1937 – 1938 gelek komkujî pêk anîn.”

Aslan diyar kir ku li Dêrsimê 30-40 hezar kes hatine kuştin û got, “Çekên kîmyewî li dijî wan bi kar anîn. Di nav wan bi xwe de jî kesên xayîn hebûn ku heval û hogirên xwe radestî Tirkan dikirin.”

Mehmet Alî Aslan li ser polîtîkaya dewletê ya li ser Kurdan jî diyar kir:

“Komara Tirkiyeyê her dem Kurd xistine xizmeta berjewendiyên xwe yên siyasî yên nasyonalîst.

Meseleya Şêx Seîd, 49 kes û PKKyê di destê dewletê de bûne amûrek ku bi rehetî siyaseta xwe bimeşîne.

Dewletê veşartibû ku ew (49 kes) Kurd in qene leşkerên Kurd alîkariya wan nekin!”

Rewşenbîr, nivîskar parêzer û siyasetmedar Mehmet Alî Aslan ku sala 1969an demekê serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî kiriye bû mêvanê bernameya “Pencemor”ê a Rûdawê ku Kawe Emîn pêşkêş dike.

Beşa duyem a hevpeyvîna bi Mehmet Alî Aslan re bi vî awayî ye:

Rûdaw: Yekîtiya Sovyetê di tepeserkirina Şoreşa Araratê de çawa piştgiriya Tirkiyeyê kir?

Mehmet Alî Aslan: Bi serokeşîran re axivîbû. Şoreşvanan xwestibû bi Yekîtiya Sovyetê re gotûbêjan bikin û ji bo vê armancê heta ser sînor çûbûn lê wan rê nedabû ku derbasî nav axa wî welatî bibin. Axir Yekîtiya Sovyetê heta wê demê jî alîkariya Ataturk dikir. Ê ji xwe di Kongreya Lozanê de jî hemû welatên Ewropayê li Komara Tirkiyeyê mikur hatibûn. Yekîtiya Sovyetê jî ji hêla xwe ve alîkariya wan dikir. Wekî ku min behs jî kir, sala 1920î di kongreya Bakuyê de yek nûnerê Kurdan jî nebû, loma jî Yekîtiya Sovyetê berê xwe neda Kurdan.

Rûdaw: Partiya Taşnakê ya Ermenî piştgirî û alîkariya Şoreşa Araratê kir?

Mehmet Alî Aslan: Taşnakê na lê Ermenî hebûn alîkarî dikirin. Di nav Xoybûnê de jî Ermenî hebûn. Hin alîkariya lojîstîkî kirin, nemaze Ermeniyên Îranê xûkî kom kirin û tewra forma generaliyê ji Îhsan Nûrî Paşa û herwisa ji serokeşîr Biroyê Hesko Têlî re şandin.

Rûdaw: Bi qasî ku tu bizanî kê ala Xoybûnê çêkir?

Mehmet Alî Aslan: Ez zêde li ser ala wan nizanim.

Rûdaw: Çimkî heman al e ku vêga li Başûrê Kurdistanê tê hildan?

Mehmet Alî Aslan: Rast e, ez vêya dizanim.

Rûdaw: Çima Îranê pejirand ku Îhsan Nûrî Paşa berî bide wir?

Mehmet Alî Aslan: Ev piştî têkçûna şoreşa Araratê bû. Îhsan Nûrî Paşa doza penaberiyê kir û li Tehranê dima heta sala 1979an di qezayeke motorsîklêtê de mir.

Rûdaw: Ji sala 1925an heta 1938an li Bakurê Kurdistanê çendîn serhildan û şoreş çêbûn lê yek ji wan jî bi ser neket. Çima ev hemû şoreş? Armanca van şoreşan çi bû?

Mehmet Alî Aslan: Cudahiyên wan hene, yekem serhildan Koçgiriyan sala 1920an da destpêkirin, wan xweserî dixwest. Wê demê parlamento di bin desthilata Mistefa Paşa de bû. Qebûl nekirin. Mêrekî xwînmij bi navê Topal Osman xelkê Gîresûnê hebû, wî gelek Ermenî û Rom bi şkenceyê kuştin. Hin ji wan her bi xeniqandin. Yek ji wan başwekîlek bû û bavê wî Brîtanî bû. Gelek kes mişext û perîşan bûn. Topal Osman mal û halên wan dagir dikiinr û bi talanî dibirin Gîresunê.

Rûdaw: Heke em dabaşa rola Bedirxaniyan a di tevgera neteweyî ya Kurdî de bikin, rola wan çi bû?

Mehmet Alî Aslan: Bedirxan Beg Kurd bû lê begê Kurd wekî min berê qala Îdrîsê Bedlîsî kir, paşê ku Siltan Mehmûd hat xwest dewleteke moderntir ava bike, li milekî dewleteke navendî hebe, li milê din desthilateke herêmî hebe. Loma jî walî dişandin devera began, lewra çendîn serhildanên ku wekî serhildanên began tên nasîn qewimîn.

Ne serhildanên gel bûn. Mesele ew bû dema begek dimir, divabû lawê wî dewsa wî bigire lê bi şandina waliyan bo wan deveran, ew pergal hilweşiya, loma began dest bi serhildanê kir, wan ne ji bo Kurdan lê ji bo xwe serî hilda. Loma ya Bedirxan Beg jî cihê xwe di vê çarçoveyê de digire. Sala 1843yan xweseriya xwe ragihand. Ev yek ji aliyê Osmaniyan ve nedihat qebûlkirin, lewra artêş şandin herêmê, Bedirxan Beg şandin Stenbolê û li wir bi cih kirin.

Rûdaw: Yanî tu dibêjî Bedirxanî jî wek begên din bûn, xizmeta Kurdan nekirine lê xizmeta xwe dikirin?

Mehmet Alî Aslan: Ji bo Kurdayetî nekirin çimkî 1020 Êzidî kuştin, ê jixwe ew jî Kurd bûn, çima ew kuştin?

Rûdaw: Bedirxan Beg ew Kurdên Êzidî kuştin?

Mehmet Alî Aslan: Erê, mal û milkên wan jî ji xwe re bir. Dema çû Stenbolê, tevî 4 jin û 40 zarok û 3 hezar xizmên xwe di rê de diçûn. Bi mal û milkên ku ji Êzidî û Xiristiyanan standibû, loma bi rehetî bi rê ve diçûn.

Rûdaw: Hûn dibêjin ku nasyonalzîma eşîrî ya Kurdan hebû, ne nasyonalîzma rastîn, gelo nasyonalîzma eşîrî çi ye?

Mehmet Alî Aslan: Merema min nasyonalîzma seretayî ye çimkî Kurdan di nav xwe de li hev nedikir, eşîr berî neteweyê bû. Eşîran di nav xwe de hevdû red dikir. Ev eşîra Celalî ye, ew eşîra filan û bêvan e.

Rûdaw: Eger em şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Seyîd Riza bidin ber hev, cudahiya wan çi ye? Seyîd Riza jî aliyê olî digirt?

Mehmet Alî Aslan: Yekem di serdema Osmaniyan de soz dabûn Seyid Riza ku xweseriyê bidin wî. Duyem, Seyid Riza Ermenî parastin. Seyid Riza Kurdekî nasyonalîst bû. Serhildana Seyîd Riza neteweyî milî bû, loma Tirkan di navbera salên 1937 – 1938 gelek komkujî pêk anîn.

Rûdaw: Şoreşa Seyîd Riza şoreşeke herêmî bû? Hemû Kurdistan negirt?

Mehmet Alî Aslan: Eşîrên Sunî ne li gel Seyîd Riza bûn, eşîrên kurdan piştgirî nedan wî.

Rûdaw: Seyîd Riza elewîtî dikir?

Mehmet Alî Aslan: Na.

Rûdaw: Berî ku şoreş were belavkirin, Seyid Riza bi Tirkan re gotûbêj kir?

Mehmet Alî Aslan: Erê, wan digot em dixwazin xweser bin, Osmaniyan jî berê soz dabûn me. Komarê dijminatiya Seyid Riza dikir çimkî Ermenî parastibûn. Li milekî din doza xweseriyê dikirin. Dewleta Tirkiyeyê û Mistefa Kemal ev yek red dikirin û desthilata xweser nedidan kesî.

Rûdaw: Tu derbarê komkujiya Dêrsimê de çi dibêjî? Ji ber ku ne tenê kuştina mirovan bû, di heman demê de sirgûnkirina gelê wê bû, qedexekirina zimanê Kurdî bû, bi rastî li Dêrsimê çi qewimî?

Mehmet Alî Aslan: Artêş çû ser wan, bi balafiran li wan dan, yek ji wan firokevanan keçeke Ermenî bû. Ango hem ji ezman û hem ji erdê ew bombebaran kirin. Çekên kîmyewî li dijî wan bi kar anîn. Di nav wan bi xwe de jî kesên xayîn hebûn ku heval û hogirên xwe radestî Tirkan dikirin.

Rûdaw: Dibêjin li nav berqefan û li derdora çemê Munzûrê, komkujiyên mezin kirine?

Mehmet Alî Aslan: Guman di vê yekê de tune.

Rûdaw: Wekî parêzer, belge û dokumetên wê serdemê li ba te hene?

Mehmet Alî Aslan: Belê, belge hene. Di wan belgeyan de dibêjin ku 13 hezar kes hatine kuştin lê belê ev ne rast e, li şûnê 30-40 hezar kes hatine kuştin. Jixwe Receb Tayîp Erdogan hin ji ew belge belav kirin û got binêrin Partiya Komarî çi kiriye? Me ew belge di pirtûkekê de belav kirin.

Rûdaw: Çi di belgeyan de heye?

Mehmet Alî Aslan: Di belgeyan de qala komkujiyê tê kirin û diyar e wekî min berê got, hincet ji komkujiyên xwe re dîtine.

Rûdaw: Yanî ew bi xwe li wan komkujiyan mikur tên?

Mehmet Alî Aslan: Erê, bê guman. Serokwezîrê ku niha serokkomar e (merema wî Erdogan e) li wan komkujiyan mikur hatiye.

Rûdaw: Tê gotin ku hejmarek zarokên Dêrsimî birin deverên Tirkan û li wir mezin kirin?

Mehmet Alî Aslan: Rast e, keçên wan dibirin. Berê Ataturk bi xwe keçek bi navê Sebîhe Gokçen xwedî kir ku paşê bû pîlot. Eşkere ye ku berê di şerê Ermeniyan de jî hejmareke mezin ji keçên zaro di malên Misilmanan de mezin kirin û paşê bi wan re dizewicîn û dibûn Misilman.

Rûdaw: Te bi xwe ti şahidhalên Dêrsimê dîtine?

Mehmet Alî Aslan: Di nav wan de gelek heval û hogirên min hebûn. Ez bi wan re axivîme û ew bi xwe di nav bûyeran de bûn. Min ev wekî belgeyeke dîrokî li nik xwe tomar kirine.

Rûdaw: Piştî serhildana Dêrsimê heta sala 1960î ti tevgereke Kurdî nebû?

Mehmet Alî Aslan: Ji sala 1936an û bi şûn de, ti bizaveke Elewî yan Ermenî nema. Sala 1939an Şerê Cîhanê yê Duyem dest pê dike. Hikûmeta Tirkî pir qels bû ti tevgereke Kurdî jî li holê nebû. Piştî kutabûna şer, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hat damezrandin, Tirkiye jî tê de bû endam û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan jî îmze kir. Êdî nikarîbû nola berê bilive. Çavê cîhanê li ser bû. Salên 1950î jî guherîn derket holê. Êdî nikarîbûn nola berê tevkujiyan bikin. Hin bizavên eşkere û aştîxwaz peyda bûn. Hetanî sala 1984an gava PKKyê dest bi xebata çekdarî kir. Piştî vê komkujiyên din neqewimîn.

Rûdaw: Sala 1959an, çend kesayetên Kurd ji aliyê dewletê ve hatin girtin ku wekî koma 49 kesan tên nasîn. Gelo ew kî bûn? Çima hatin girtin? Ma rêxistina wan hebû?

Mehmet Alî Aslan: Hin ji wan hevalên min bûn. Wê demê desthilat ji hêla aborî ve ketibûn kirîzeke mezin. Wê demê serokwezîr û serokkomar çûn Almanyayê, serdana Amerîkayê kirin da ku alîkariya wan bike lê destevala vegeriyan.

Dezgeha îstixbarata Tirkiyeyê raporek amade kir û tê de xwestibû ku 50-60 kesên Kurd bigirin û ji Amerîka û Ewropayê re bibêjin ku ev komunîstên Kurdçî ne. Rabû bi ya wan kirin û 50 kesên Kurd girtin. Li girtîgehê yek ji wan mir, 49 kes man loma wekî Koma 49 kesan hatin nasîn.

Rûdaw: Kesên hatin girtin kî bûn? Gelo mirovên naskirî di nav wan de hebûn? Kes hebû ku rêberiya wan bike?

Mehmet Alî Aslan: Ew di nav xwe de bi taybetî diaxivîn û digotin em Kurd in, em dê wer bikin û wer nakin. Di nav xwe de bûbûn du kom, komeke çep û komeke rast. Koma rastgiran digot heger Amerîka were deverê dê Kurdistanekê ava bike û federasyonekê çêbike û em ê jî bibin serokên wê.

Lê koma çep digot heger Rûs û Sovyet bêne herêmê dê Kurdistanekê ava bikin û em ê bibin serokên wê. Wekî din tûrikê wan boş bû, ne xwedî fikir bûn.

Rûdaw: Bîr û baweriya wan a Kurdayetiyê nebû?

Mehmet Alî Aslan: Hizireke wan a Kurdayetiyê ya romantîk hebû. Xeber ji hev re didan. Ti rêxistineke wan nebû, êdî tu li wir her biaxivî, çi girîngiyeke wê heye?

Rûdaw: Gelek caran wekî mijareke dîrokî ya girîng behsa wan 49 kesan dikin lê hûn bi girîngî behsa wan nakin?

Mehmet Alî Aslan: Tu dizanî ez çima girîngiyê nadimê. Komara Tirkiyeyê her dem Kurd xistine xizmeta berjewendiyên xwe yên siyasî yên nasyonalîst. Wan bi Şêx Seîd dest pê kir, paşê bi kesên ku ji wan re dibêjin koma 49 kesan.

Min ji te re got ku îstixbaratê di rapora xwe de daxwaz kiribû ku wan kesan bigirin, rabûn ew girtin. Hinekan ji wan hev nas dikir û hinekan hev nas nedikir. Çend kesên leşkerî jî tevlî wan kirin û doza dadgeha leşkerî ji bo wan dikirin. Ti komele yan rêxistin li holê nebû. Di dema darizandinê de jî qala Kurdayetiyê nekir.

Gava ez bûm parêzerê wan, min dest bi lêkolînê kir û li belgeyan meyîzand. Min rapora MÎTê keşf kir û da gelek Kurdan. Girtî hatin û tiştekî din anîn ser zimên, digotin Mela Mistefa ji Sovyetê vegeriyaye û hin mijarên din ku ne têkildarî girtina wan bûn.

Belge li nik min bûn. Min dest bi nivîsandina pirtûkekê kir. Hatin rexne li min kirin û gotin dev ji me berde û me keşf neke. Meseleya Şêx Seîd, 49 kes û PKKyê di destê dewletê de bûne amûrek ku bi rehetî siyaseta xwe bimeşîne.

Rûdaw: Apê Mûsa Enter di bîranînên xwe de behsa şkence û bêedaletiya ku li girtîgehê li wan hatiye kirin, dike. Ma ew bi xwe jî yek ji wan 49 kesan bû?

Mehmet Alî Aslan: Rast e kirine. Min ji Mûsa Begê pir hez dikir, merivekî rast û durist bû. Gava ku ew pêncih kes girtin, kesî nizanîbû li kû ne. Biribûn Herbiyeyê. Min bi rêya hevalekî xwe yê bijîşk û paşê bi rasthatinî leşkerekî Kurd ê ji Mûşê dît û nin jê pirsî ka gelo wan komeke Kurdî aniye vir?

Got na, lê komek anîn vir ku ne Kurd lê komunîst bûn. Dewletê veşartibû ku ew Kurd in qene leşkerên Kurd alîkariya wan nekin! Dema ku wî kom pênase kir, min tê derxist ku ew hevalên me ne. Bi rastî jî gelek êş kişandin.

Rûdaw: Te karîbû wan biparêzî, tu beşdarî rûniştinên dadgehê bûyî?

Mehmet Alî Aslan: Dema ku ew hatin girtin û avêtin girtîgehê, ez hîn xwendekar bûm, ez hê nebûbûm parêzer lê pirsgirêka wan berdewam bû û min xwendin kuta kir û bûm parêzerê wan. Axir, dema ez xwendekar bûm, me gelekî hewl da lê tu parêzer ne amade bû ku li doza wan xwedî derkeve, ditirsiyan.

Parêzerekî ji eskeriyê teqawîtbûyî qebûl kir ku wî jî ji bo berjewendiyên dewletê kar dikir. Di dawiyê de, ez tena parêzer bûm ku min ew diparastin.

Rûdaw: Ji bilî Apê Mûsa Enter, kesên navdar di nava girtiyan de hebûn?

Mehmet Alî Aslan: Min ew hemû nas dikirin, bo mînak Şerefxan, Yeşar Kaya, Memed Serhed û Şewket Begê.

Rûdaw: Paşê hemû hatin berdan?

Mehmet Alî Aslan: Zafî di zindanê de man, li pey hev hatin berdan, gelekî man.

Rûdaw: Di navbera salên 1960 û 1980yî de li Tirkiyeyê sê derbeyên leşkerî çêbûn. Îsmaîl Beşîkçî dibêje ku ew darbe girêdayî pirsgirêka Kurd bûn?

Mehmet Alî Aslan: Tu têkiliya wê pê re nîne. Sala 1960î derbeyeke leşkerî pêk hat, yasaya bingehîn a Tirkiyeyê danîn lê leşkeran ew yasa nedanîn li şûnê ji hêla profesorên zanîngehan ve hat nivîsandin. Yasayeke pir baş bû.

Ji hemû yasayên berê çêtir bû lê Demîrel û yên din ketin kêferatê û wan digot ku ew nikarin bi wê yasaya bingehîn kar bikin çimkî gelek maf dane gel loma jî sala 1971ê darbeyeke din kirin lê hîn jî artêşa Tirkiyeyê ev kêm dît loma sala 1980î darbeyeke din, darbeyeke dîktatorî, pêk anî.

Rûdaw: Yanî li gorî te, ti pêwendiya darbeyan bi pirsgirêka Kurd re nebû?

Mehmet Alî Aslan: Kurd kiribûn amûrek. Axir beriya derbeya sala 1980yî şerê di navbera çep û rastgiran de li Tirkiyeyê gihîştibû gupîtkê. Ketin gundên Kurdan, îşkence li mirovan kirin, gelek kes kuştin. Ew kirin hincet, têkiliya wan bi serhildana Kurdan re nebû. Îsmaîl Beşkçî bi xwe Tirk e û ji Çankiriyê ye, civaknasiya Kurdî nizane.

Rûdaw: Lê wî ev hemû pirtûk li ser Kurdan nivîsandine?

Mehmet Alî Aslan: Xwezî wî gotareke baş binivîsanda. Gelek heval hene dibêjin me deh-panzdeh pirtûk nivîsandine lê encameke baş bi dest nexistine.

Rûdaw: Beşikçî pirtûkek bi navê (Kurdistan Koloniyeke Navdewletî ye) nivîsandiye. Rexneyên te li ser hene?

Mehmet Alî Aslan: Ew wer dibêje, Kurdistan koloniyeke navneteweyî ye, ez bi Beşîkçî re axivîme û min gotarek jî li ser nivîsiye. Min di gotara xwe de behsa dewleta milî û kolonyalîst kiriye. Her du ji hev cihê ne.

Li dewleta milî ya Tirkiyeyê, her tiştên Kurdî guhertin, zimanê wan qedexe kir lê Sûriye û Îraq ku bi xwe kolonî bûn, li her du welatan zimanê Kurdî serbest bû, çanda wan serbest bû. Wekî mînak, Roger Lescotê Fransî û Mîr Celadet Bedirxan bi hev re rêzimana Kurdî danî, di demekê de ku li bakur te nikarîbû wê gramêra Kurdî di mala xwe de hilgirî.

Rûdaw: Ger wek tu dibêjî pirtûkên Beşîkçî ne ewqasî girîng in, çima dewleta Tirkiyeyê Beşikçî wan hemû salan avêt zîndanê?

Mehmet Alî Aslan: Îsmaîl Beşîkçî mirovekî wêrek e. Dema tu werî behsa Kurdan bikî ku bi qanûnê qedexe ye, bê guman dê te bixin girtîgehê. Beşîkçî xwendevanekî birûmet bû, tişt venedişartin û rastî wekî ku hene dianîn ser zimên.

Ev rastbêjî tiştekî mezin bû û divê mirov qedirê wê bigire lê meseleya min li gel sosyolojiya Kurdî ye. Tu çiqasî di zindanê de bimînî, gelo serketina Kurdan garantî dike, nake! Mesele ev e, ez qala vêya dikim, ji xwe min di pirtûka xwe de qala Beşîkçî kiriye û min pesnê wî daye.

Bila ez tiştekî ji te re bêjim. Ez li Gurcistanê bûm. Nîveşevkê li pirsgeha otêlê telefonî min kirin, gotin jinek dixwaze bi te re biaxive.

Dema em axivîn min tê derxist ku ji wir e, hate hundir ba min û got min nameyek ji Beşîkçî re nivîsiye belkî tu bi xwe re bibî? Min jî di bersivê de got axir dibe ku di vegerê de li min bigerin û bibînin û min têxin zindanê! Wê got, ew ji bo me bi salan ketiye zindanê, çi pê ve ye ku tu jî seba wî têkevî zindanê!     

Rûdaw: Gelek alîgirên Beşîkçî hene?

Mehmet Alî Aslan: Hene.

Rûdaw: Em behsa damezrandina TÎP bikin. Gelo ji destpêkê ve Kurd di avakirina wê partiyê de beşdar bûn?

Mehmet Alî Aslan: Kurd tê de nebûn, sendîkayan partî ava kir.

Rûdaw: Ma Kurd di nav sendîkayan de nebûn?

Mehmet Alî Aslan: Yekî bi navê Ehmed Muşlu hebû, paşê belgeyan nîşan da ku ew girêdayî saziya îstixbarata Tirk MÎTê bû.

Rûdaw: Kurd bû?

Mehmet Alî Aslan: Ji Mûşê bû, nizanim Kurd bû yan Tirk. Piştî vê xwendekarên Kurd û Tirk tevlî partiyê bûn.

Rûdaw: Baş e, ew partiya karkeran bû yan partiya xwendekaran bû, têkiliya van her du çînan bi hev re çi ye?

Mehmet Alî Aslan: Karker pir bûn, sendîka hebû, armanca wan û xwendekaran yek bû.

Rûdaw: Bi qasî tu jê haydar î, yekem Kurdê ku berpirsiyartî di vê partiyê de wergirt, kî bû?

Mehmet Alî Aslan: Tariq Ziya Akinci bû. Dema ez bûm endam, Tariq Ziya Akinci hebû û Kemal Burkay jî tevlî partiyê bûbû. Ez dikarim bibêjim ku ez hîn di heman demê de tevlî TÎPê bûm.

Rûdaw: Tu bi xwe komunîst bûyî?

Mehmet Alî Aslan: Na, heger merem rastî û duristiya bingeha komunîzmê be, ez vêga jî komunîst im lê komunîzma ku li Sovyetê dihat qalkirin ne komunîzm bû. Li herêma me şêxek ji xwendekarekî re dibêje erê xwarzê her kes qala komunîzmê dike, erê tu ji min re nabêjî ka ev komunîzm çi ye?

Ew jî dibêje wele qurban komunîst ew kes in ku ji wan re dibêjin jêhatî, dilêr û çavnetirs! Ew jî di bersivê de dibêje: Welehî xwarzê, heger wisa be em bav bi bav hemû komunîst bûn. Ez qala xwe bikim, min ol jî xwendiye, min nasyonalîzm jî lêkolîn kiriye.

Tu li gorî rewşa welatê xwe tevdigerî. Wekî din tu herî nêv qalibekî û li gorî wî qalibî tevbigerî nagunce, bi kêr nayê. Wekî mînak, kêm zêde, min ji tevan bêtir berevaniya şoreşa Mistefa Barzanî dikir.

Rûdaw: Te piştevaniya şoreşa Barzanî dikir?

Mehmet Alî Aslan: Bê guman, min ev bi nivîskî jî heye.

Rûdaw: Lê gelek çepgir û komunîstên Kurd digotin ku şoreş şoreşeke burjuvazî bû û di xizmeta emperyalîzmê de ye, şoreşeke miliyetçiyan e?

Mehmet Alî Aslan: Ji vê re dibêjin cahilî, nezanî. Wê serdemê hem xortên Kurd û hem jî yên Tirk nedixwend, loma jî cahil bûn û li gorî hesabên xwe tevdigeriyan.

Rûdaw: Baş e lê li aliyê din şoreşa Kurdan li başûrê Kurdistanê bandor li ser Kurdên bakur kir?

Mehmet Alî Aslan: Baş tê bîra min. Gelê Bakurê Kurdistanê gelekî ji Mistefa Barzanî hez dikir. Hêvî dikir û alîkarîya wî jî dikirin ku bi ser bikeve lê hinek xortên cahil jî hebûn ku Tirkan çi bigota lap çav li wan dikir.

Rûdaw: We zêdetir ji aliyê manewî ve piştgirî dida şoreşê yan we di pratîkê de alîkariya wê dikir?

Mehmet Alî Aslan: Ji hêla manewî ve, me xelk şiyar dikir, me li ser wan dinivîsî. 

Rûdaw: Tu di nivîseke xwe de behs dikî ku endamên Kurd ên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) dijayetiya te dikirin, çima?

Mehmet Alî Aslan: Çima, min got, min qala Kurdan dikir, min xwendekarên Tirk qani kiribûn lê belê ev yek ne bi dilê xwendekarên Kurd bû çimkî wan heta wê demê digot “pirsa rojhilat”ê, wan ji Kurdistanê re digot “rojhilat” û min jî digot rojhilat nabe, ew Kurd in lê ew ditirsiyan.

Dema min ev tişt digotin, dewletê ez girtim. Ji aliyekî ve ditirsiyan û ji aliyê din ve jî di warê hizirî de ne amade bûn.

Rûdaw: Tu dikarî navê hinekan ji wan bibêjî?

Mehmet Alî Aslan: Wek mînak Tariq Ziya Akincî, Kemal Burkay û Mehdî Zana.

Rûdaw: Wan dijayetiya te dikir?

Mehmet Alî Aslan: Erê, beşdarî civînan nedibûn, wan ez boykot kirim. Vê yekî jî wisa kir ku ez piraniyê bi dest nexim. Min du caran ji wan xwest lê nehatin. Loma min dev ji serokatiya partiyê berda. Piştî vê yekê hemû hatin û beşdarî civînan dibûn. Paşê Behîce Boran bû seroka partiyê û wan piştgirî da wê. Diyar e ku Behîceyê li ser Kurdbûnê dijayetiya min dikir.

TÊBÎNÎ: Ji bo beşa yekem a hevpeyvînê bitikînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst