Agirê embara qîrê hat kontrolkirin: 14 xebatkarên parastina sivîlan birîndar bûn

13-06-2024
RÛDAW
Agirê embara qîrê hat kontrolkirin
Agirê embara qîrê hat kontrolkirin
Nîşan Parzûngeh Depo Şewat Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Parastina Sivîlan a Hewlêrê Şaxewan Seîd diyar kir ku agirê embarên qîrê yên rêya Giwêrê hat kontrolkirin û metirsî li ser parzûngehên li deverê nemaye.

Şaxewan Seîd di konferanseke rojnmegeriyê de li ser kontrolkirina agir û xebata Rêveberiya Parastina Sivîlan axivî.

Li gorî gotina Şaxewan Seîd 150 fermandar û karmendên Parastina Sivîlan ji bo kontrolkirina agir li binkeyên Hewlêr û dorûbera wê hazir bûne.

Şaxewan Seîd di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku di destpêkê de ji sedî 80yê agir hat kontrolkirin lê ji ber zêdebûna pileya germê agir bihêz bû û gihişt embarên din.

“Rewşa 2 birîndaran giran e”

Şaxewan Seîd da zanîn ku 14 karmendên Parastina Sivîlan birîndar bûn û 4 kes ji wan şewitîne û 10 kes jî ji ber dûkelê bêhna wan çikiyaye û tengnefesî bûne.

Li gorî zanyariyan 4 otomobîlên Parastina Sivîlan jî şewitîne.

Agir doh êvarî saet dordora 20:30an derketibû û zêdeyî 20 saetan berdewan kir.

Şaxewan Seîd li ser rewşa birîndaran jî zanyarî da û da zanîn ku 2 birîndar ji nexweşxaneyan derketine û rewşa 2 birîndaran jî giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst