Li Agirî dijî bihabûna sotemeniyê şofêran xwepêşandan kirin

13-06-2022
RÛDAW
Nîşan Agirî Şofêr Xwepêşandan Bihabûna Sotemeniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agirê ya Bakurê Kurdistanê şofêrên teksiyan dijî bihabûna nirxê sotemeniyê nerazîbûna xwe nîşan dan û xwepêşandan kirin.

Doh 12ê Hezîrana 2022ê li navenda parêzgeha Agirî şofêrên teksiyan ji ber zêdebûna nirxê benzînê ku bûye zêdeyî 28 lîre û yek lître gazoil zêdeyî 27 lîreyan tê firotin nerazîbûna xwe nîşan dan û xwepêşandan kirin.

Herwiha bi otomobîlên xwe di nav bajêr re geriyan û bi lêdana qorneyan bala welatiyan kişandin. Çalakiya şofêran ji kolana navenda bajêr destpê kir û li pêşiya nexweşxaneya herî mezin a parêzgehê bi dawî bû. Şofêrên teksiyan di çalakiya xwe de li hinek cihan rê girtin û xwestin balê bikşînin ser zêdebûna nirxê sotemeniyê ku hatiye astekê êdî hindik maye karê wan raweste.

Sala borî di vê demê de nirxê lîtreya benzîn û dîzelê di navbera 7-8 lîreyan de bû lê niha nirxê yek lître benzîn bi 28 lîre û 42 quruş û yek lître dîzel bi 27 lîre û 84 quruş e, wate di nav salekê de nirxê benzînê bi rêjeya zêdeyî %280 û nirxê dîzelê jî bi rêjeya zêdeyî %230 bilind bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst