Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê hunermendê navdar Ciwan Haco qebûl kir.
Ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Mesrûr Barzanî û Ciwan Haco daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de pesna kar û berhemên hunerî û rola welatperweriyê ya Ciwan Haco da.
Mesrûr Barzanî her wiha amaje bi wê yekê kir ku Ciwan Haco ji bo hunera Kurdî xizmeteke gelek baş kiriye û hêviya serkeftinê ji wî re xwest.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse