ŞIRNEX - Çawîşê ku 'jinek tacîz kir' hat derbkirin

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Çawîşê Pispor Tacîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê çawîşekî pispor bi tohmeta ku jinek tacîz kiriye hat derbkirin.

Li taxa Dîcleyê ya Şirnexê doh êvarê çawîşekî pispor ê bi navê Z.Ç. ku tê îdiakirin serxweş bûye jinek tacîz kiriye.

Li gorî zanariyan xelkê derdorê jî ji bo ku midaxeleyî tacîzê bikin, li çawîşê pispor daye.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku kesek li erdê dirêj bûye û paşê li bajêr alozî derdikeve.

Tîmên tenduristiyê çawişê pispor rakir newxweşxaneyê û hat ragihandin ku rewşa wî giran e.

Herwiha hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û 4 kes hatine desteserkirin.

Parêzgariya Şirnexê darbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê çawîşê pispor ê bi navê Z.Ç bi îdiaya tacîzê ji aliyê grûpeke qerebalix ve hatiye derbkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihand ku tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û Z.Ç. biriye nexweşxaneyê.

Parêzgariyê da zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û 4 gumanbar hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst