Nêçîrvan Barzanî û Papa tekezî li ser 'aştî, biratî û pêkvejiyanê' kirin

13-04-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Vatîkan Papa Francis Îtalya Roma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê îro li Vatîkanê bi Papa Francis re civiya û ragihand: “Min tekezî li ser pabendbûna xwe bi berdewamiya pêşxistina aştî û pêkvejiyanê li Kurdistan, Iraq û derveyî welat kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî li Îtalyayê ye. Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îtalyayê de, Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşem 13ê Nîsana 2023an ligel hejmarek rayedarên Îtalyayê û herwiha Vatîkanê hevdîtinan pêk tîne.

Serokê Herêma Kurdistanê rêzecivînên xwe yên li Îtalya û Vatîkanê, bi hevdîtina ligel Papayê Vatîkanê Papa Francis destpê kir.

Derbarê hevdîtîna xwe û Papa de, Nêçîrvan Barzanî di twîtekê de ragihand: “Papa Fransîs tekezî li ser giringiya parastina aştî û biratiyê di navbera gelên Iraqê de kir. Min jî tekezî li ser pabendbûna xwe bi berdewamiya pêşxistina aştî û pêkvejiyanê li Kurdistan, Iraq û derveyî welat kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir, ji bo wî “rûmet” bûye ku wî Papa bi tendirustiyeke baş dîtiye. Ew di demekê de ye ku dawiya meha bihorî, Papa Francis ê 86 salî ji ber werima di pişikên xwe de rakiribûn nexweşxaneyê û çend rojan li nexweşxaneyê di bin çavdêriya doktoran de mabû.

 

 

Papa Francis yekemîn Papa ye di dîrokê de ku serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê kiriye. Papa ji 5 heta 8ê Adara 2021an serdana Bexda, Mûsil û Hewlêrê kiribû.

Vatîkanê di derbarê armanca wê serdana Papa de ragihandiye,

Serdana dîrokî ya Papa ya bo Bexda, Mûsil û Hewlêrê bi mebesta pêşxistina “diyaloga olan” û nîşandana hevgirtinê ligel Kirîstiyanên li herêmê bû.

Kurdistan ji bo Vatîkanê cihekî girîng a pêkvejiyanê ye

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab li Vatîkanê ji nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re got: “Pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo Vatîkanê girîng e û Vatîkan giringî dide têkiliyên xwe yên bi Kurdistanê re.”

Piştî hevdîtinên li Vatîkanê, Serokê Herêma Kurdistanê dê hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Îtalyayê re dest pê dike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab got: “Dostên me yên biyanî me teşwîq dikin ku em yekîtiya xwe biparêzin”, herwiha diyar kir, “Îtalya dixwaze li Rojhilata Navîn aramî hebe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst