Gelo şandina pirtûkan bo Başûrê Kurdistanê tê astengkirin?

13-04-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdistan Pêşangeha Pirtûkan Pirtûk Destûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê Namiq Şerîf Hewramî diyar kir ger destûr ji malpera wezaretê were girtin, ti pirsgirêk di veguhestina wan pirtûkan de nîne ku ji deriyên sînorî bo Herêma Kurdistanê tên şandin. Hewramî got ku weşanxaneyên Kurdî bi vî awayî pirtûkan dişînin.

Koordînatorê Pirtûkakurdî Bawer Berşev diyar kir ku pirtûkên ku bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ji Herêma Kurdistanê re şandine, li aliyê Tirkiyê ji Deriyê Sînorî yê Xabûrê re derbas bûne, lê li aliyê Başûrê Kurdistanî ji Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl re derbas nebûne û ji bo vê pirsgirêkê çareserî xwest.

Bawer Berşev roja Sêşembê 12ê Nîsana 2022an bû mêvanê bultena Hêvîdar Zana a televîzyona Rûdawê, û pirsên xwe yên li ser vê mijarê pêşkêşî Berdevkê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê Namiq Şerîf Hewramî kir.

Berşev diyar kir ku ew pirtûkan bi rêya înternetê û online difiroşin û wan bi awayê online gelek daxwaz ji Herêma Kurdistanê wergirtine, lê derbasbûna pirtûkan di deriyê sînor re hatiye astengkirin, ji ber wê jî ew neçar maye li ser torên civakî behsa vê mijarê bike.

Berşev got, “Tê diyarkirin ku ji bo pirtûkan divê em ji Wezareta Çandê destûrê bigirin. Pirtûkên ku em dişînin ji me re tên vegerandin. Çima em nikarin ji vir pirtûkan bişînin?”

Berdevkê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê Namiq Şerîf Hewramî di bersivê de bi bîr xist ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê ji bo anîna pirtûkan, her wiha berhemên din ên ji derve jî xwedî sîstem, kar û biryareke diyarkirî ye û got, “Weşanxaneyên din ên Kurdî yên li Tirkiyeyê Avesta, Nûbihar, Sîtav û hwd. , pirtûk an jî malzemeyên xwe bi rêya malpera me ya înternetê, lîsteyên xwe yên înternetê ji me re dişînin û em jî bi heman awayî dipejirînin.”

Berşev da zanîn ku haya wan ji vê prosedûrê nîne û got ku wan pirtûk ji hemû cîhanê re şandine, lê ji bilî Herêma Kurdistanê heta niha li ti welatekî din rastî rewşek wiha nehatiye.

Berşev amaje bi wê yekê kir ku hin caran fermana pirtûkan ji wan re tê dayîn û her carê jî wergirtina destûrê zehmet dibe û daxwaz kir ku, eger pirtûkên qedexekirî nebin, divê ev kiryara ku ji bo derbaskirina pirtûkên din destûr were dayîn, were rakirin.

Namiq Şerîf Hewramî got, “Ewlehiya çandî beşek ji ewlehiya welat e. Divê em li ser pirtûkên ku tên vî welatî xwedî zanyarî bin. Hin nivîskar hene, dibe ku pirtûkên wan di qada navneteweyî de hatibin qedexekirin. Hin pirtûk jî hene ku ne li gorî şert û mercên îro yên Herêma Kurdistanê ne. Lê ji aliyê din ve em hêsankariyê ji weşanxaneyên fermî re dikin û carinan jî em ji wan heqê gumrukê nastînin. Em wan vedixwînin ji bo fûarên ku li vir tên lidarxistin. Heger peywendiyek di vî warî de bê danîn, em ê hêsankariyan bidin wan.”

Namiq Şerîf Hewramî diyar kir ku ji bilî pirtûkên ku aştiya civakî xera dikin, tundiyê pêş dixin, ewlehiya neteweyî ya Kurdan tehdît dikin û heqaretê li ol, nîjad, gel û jinan dikin, ti qedexe li ser pirtûkan nîn in ku bo pirtûkan bînin Herêma Kurdistanê.

Namiq Şerîf Hewramî anî ziman, “Pirtûkfiroş jî bi destûra weşanxaneyan dikarin pirtûkan bînin ku em her sal li vir li bajaran pêşangehên pirtûkan organîze dikin. Weşanxaneyên ku ji derveyî welat beşdarî fuarê dibin jî lîsteyên xwe dişînin û piştî ku hatin pesendkirin dikarin pirtûkên xwe bînin. Ji bo ku Birêz Berşev bizanibe ez ê bêjim; nivîskarekî ji Rojhilatê Kurdistanê pirtûka Serok Mesûd Barzanî ya bi navê 'Barzanî û Tevgera Azadiya Kurd' wergerandibû Farsî. Lê belê heta ku me destûr neda, nehiştin ku ew derbas bibe. Ev ne di derbarê ramana siyasî ya pirtûk de ye."

Berdevk Namiq Şerîf Hewramî diyar kir, kesên ku dixwazin pirtûkan bişînin an jî ji Herêma Kurdistanê pirtûkan bikirin dikarin bi rêya malpera Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê (https://gov.krd/mocy-en/contact/) lîsteyên xwe bişînin û hejmara têkiliyê ya wezaretê jî di malperê de heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst