Ahmet Turk ji Rûdawê re axivî: Gelo hikûmet dê qeyûman dayne?

13-03-2024
Ahmet Turk / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ahmet Turk / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ahmet Turk Mêrdîn DEM Partî Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turk got, “Em bawer nakin vê carê qeyûman daynin çimkî wan du caran qeyûm danîn lê gel gelekî li dijî derket.”

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Mêrdînê rikeberiyê bikin, herwiha HUDA PARê jî namzedê xwe destnîşan kiriye û xebatên xwe dike.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Mêrdînê ya giştî 888 hezar û 874 e.

Nifûsa navenda Mêrdînê jî 194 hezar û 73 ye.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de mafê dengdanê yên 542 hezar û 46 kesan heye.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kirin namzed.

Ahmet Turk salên 2014 û 2019an jî bûbû hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê lê hikûmetê her du caran jî qeyûm danîbû şûna wî.

AK Partiyê biryar da ku Abdullah Erîn bibe namzedê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.

Li hêla din jî HUDA PARê jî Îsmaîl Çevîk kir namzed.

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Armanca me ew e ku gelê Kurd bigihêje ronahiyê”

Ahmet Turk da zanîn ku ew ji bo demokrasiyê têdikoşin lê girîngiyê didin şaredariyan jî û got:

“Armanca me, têkoşîna me ew e ku gelê Kurd bigihêje ronahiyê.

Em ji bo demokrasiyê, ji bo wekheviyê, ji bo demokrasiyeke birûmet xebatê dikin.

Lê belê şaredarî jî ji me re gelekî girîng in, ji bo xizmeta gelê me.

Bi saziyên sivîl, bi partiya xwe û bi gelê xwe re li kû derê kêmasî hebe, ji bo xizmetê ji gelê xwe re bikin em berîber in.

“Dewleta Tirk di warê aborî de het tiştî ji ser me dibire”

Em behsa projeyên mezin nakin çimkî em dizanin gava em şaredariyê dikin dewleta Tirk di warê aborî de het tiştî ji ser me dibire.

Ji ber vî hawî jî em bigihêjin însanên xwe, em bigihêjin gundiyên xwe, em bigihêjin bajarê xwe û em bi hev re biryarê bidin ku em dê berî her tiştî kîjan xizmetê bînin ji gel re.

“Projeyên me yên gelekî hêja hene”

Li ser wî hawî em dê xebatê bimeşînin lê bi rastî projeyên me yên gelekî balkêş, gelekî hêja hene.

Em dibêjim bila gel tevî xebata şaredariyê bibe. Em koperatîfan ava bikin û ji penîr, ji mast, ji fêkî çi di destê gelê me de hebe em bigihînin xelkê.

Mêrdîn bajarekî kevnar e, dîrokî ye. Ji aliyê turîzmê ve jî her kes dizwaze Mêrdînê bibîne.

Em dixwazin xebata turîzmê jî hinekî mezin bikin, berfireh bikin û em reklama Mêrdînê ji hemû Tirkiye û dinyayê bikin da ku em bikin bajarekî turîzmê.

Em dê van xizmetan bikin.”

Ahmet Turk salên 2014 û 2019an jî bûbû hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê lê hikûmetê her du caran jî qeyûm danîbû şûna wî.

“Em bawer nakin vê carê qeyûman daynin”

Ahmet Turk, pirsa “Tu beriya niha du caran şaredar bûyî lê dewletê qeyûm danîn. Tirs heye ku dewlet careke din qeyûman dayne?” bi vî awayî bersivand.

“Em bawer nakin vê carê qeyûman daynin çimkî wan du caran qeyûm danîn lê gel gelekî li dijî derket.

Gel ew rexne kirin, gel siyaseta wan rexne kir.

“Zererê didin Tirkan jî û Kurdan jî”

Heke îro cara sisêyan vê siyasetê bimeşînin dê gelê Kurd û gelê Tirk bêhtir ji hev cuda bibin.

Siyaseteke wiha ne ji bo Kurdan baş e, ne jî ji bo Tirkan.

Divê dewleta Tirk an desthilata Tirk siyaseteke nûjen ava bike.

Bi vî eqilî, bi vê hişmendiyê zererê didin Tirkan jî û Kurdan jî.

Ji ber vî hawî jî em dibêjin ji îro pê ve qeyûman danaynin.

“Girîng e ku îradeya gelê me careke din derkeve”

Ji bo me ya pir girîng ew e ku îradeya gelê me careke din derkeve lê ew çi dikin bila bikin.

Bila gelê me bibêje ‘Em ji siyaseta qeyûman ne razî ne’ û bila ev îrade derkeve holê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst