Erzingan - Kanzaya zêran herifî, gelek kes di bin de ne

13-02-2024
RÛDAW
Nîşan Erzingan Kanzaya Zêran Hezîna Axê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îliçê ya Erzinganê li kanzaya zêran hez li erdê ket, gelek kes di bin de man.

Li kanzaya zêran a li gundê Çoplerê yê navçeya Îliçê hez li axê ket.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Li ser îhtîmala kesên ku di bin axê de mabin hene tîman li cihê bûyerê xebatên lêgerin û rizgarkirinê dan destpêkirin.

Parêzgarê Erzinganê Hamza Aydogdu çû cihê bûyerê û got:

“Kesên di binê axê de mane hene hene, hejmar ne diyar e. Xebatên me yên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin.”

 

AFADê daxuyanî da

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

AFADê ragihand ku li navçeya Îliçê ya Erzinganê hez li axê ketiye û wan tîmên AFADê şandine herêmê.

Herwiha AFADê da zanîn ku wan zanyarî wergirtine ku hine welatî di bin axê de mane.

Li gorî AFADê, wan ji Erzingan, Erzirom, Sêwaz, Meletî, Amed, Dêrsim, Tokat û Gîresûnê tîm şandine herêmê.

Lêpirsîn hat destpêkirin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç diyar kir ku ji ber hezîna axê lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin û 4 dozger hatine wezîfedarkirin.

9 karker winda ne

Li aliyê din Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê jî li ser hezîna axê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku li gorî zanyariyên destpêkê 9 karkerên kanzayê winda ne û wiha got:

“Di encama hezîna axê de, li gorî tespîtên destpêkê, nikarin xwe bigihînin 9 karkerên madenê.

Xebatên tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku sewqî herêmê hatin kirin dewam dike.

Li ser mijarê lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst