ERZINGAN – Karker di binê axa bijehr de ne, hîn cihê wan jî ne kifş e

15-02-2024
Rawîn Stêrk
Karker di binê axa bijehr de ne / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Karker di binê axa bijehr de ne / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Erzingan Îliç Kanzaya Zêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên kanzaya zêran a li navçeya Îliçê ya Ezirganê hîn jî di binê axa bisiyanur de.

Ji bo rizgarkirina wan, ji deh bajaran tîmên hawarçûnê gihiştine cihê karesatê lê hîn cihê wan jî nehatiye kifşkirin.

Li hêla din, ji bo ku ew axa bi medeyên kîmyewî negihîje Çemê Feratê bi berdewamî çal têne vedan.

Malbatên karkeran bi xemeke zêde li benda agahiyekê ne ku ji madena zêran were lê her kêlî hêviyên wan diçilmisin.

Malbatên karkeran di nava vê keftelefta tîmên rizgarkirinê de li hêviya mizgîniyeke xêrê ne lê bi çûyîna demê re hêvî ber bi xemgîniyeke bêderman ve diçin.

“Kes tiştekî nabêje ji me re, em perîşan in”

Ozkan Satiyê ku zavayê wan bi binê axa bisîyanur de ye wiha behsa perîşaniya xwe kir:

“Zavayê min niha di bin erdê de ye. Ugur Yildiz e navê wî.

Kesî xwe negihandiye me û em jî nikarin bighîjin kesî. Kes tiştekî nabêje ji me re.

Me nikarî xwe bigihînin Ugur û hevalekî wî ji me re got ku di binê de ye.

Ew du roj in em li vir perîşan in û li benda agahiyan in.”

Ew madena zêran yek ji kanzayên herî mezin ên cîhanê ye ku salane zêdetirî  6,5 ton zêr lê tê hilberîn.

Kanzaya ku derdora 800 kesî lê dixebitîn niha li Tirkiyeyê rojeva herî sereke ye.

Girekî axa ku ji kanzayê hatiye derxistin herifî û 9 karker di binê de man. 

Li gorî agahiyan, 10 milyon ton axa ku siyanûr tevlî ye hedimiye û cihê karker lê ne, nayê zanîn.

Ew kanza salên dirêj in dibe cihê bertek û gumanan.

“Xetereyeke mezin heye”

Endamê Meclîsa Partiyê ya CHPyê Dr. Baran Bozoglu bal kişand ser metirsiya ku siyanur tevî ava Çemê Feratê bibe û got:

“Mixabin em niha karesateke jîngehê dijîn. Ji bo ku siyanûr negihîje Çemê Feratê xebat tên kirin lê ji bo ava bin erdê xetereyeke mezin heye.

Ji ber ku niha ew axa bisiyanûr li ser erdê belav bûye.

Bermahiyên toksîk belav bûne û xetere heye ku ew tevlî ava bin erdê bibin û bi wî awayî bigihîjin Çemê Feratê.”

Rapora erênî da, bû rêvebir

Sala 2022yan dîsa li heman kanzayê siyanûr tevlî ava Ferêt bûbû û doz bo girtina wê hatibû vekirin.

Piştre raporeke erênî hatibû dayîn û pê re jî kapasîteya hilberînê hatibû zêdekirin.

Niha eşkere bûye ku kesek ji kompanyaya ku ew rapor daye, piştre li heman kanzayê bûye rêvebir.

“Ev ne qeza ye, me gotibû”

Serokê Yekîtiya Baroyan Erînç Sagkan bal kişand sersariya ku hatiye kirin û pê de çû:

“Em nikarin bibêjin ku ev karesat qeza ye. Ji bo tiştekî ku li ber çavan e û wiha eşkere hatiye, em nikarin bibêjin qeza.

Mixabin hemû hişyariyên ku heta niha hatine kirin, paşguh bûne.

Me gelek daxuyanî li ser vir dabûn ku rapora ÇEDê ne li gorî rastiyên zanistî ye.

Ew kanza gelekî nêzikî avê hatiye avakirin û diviya raporên erênî nehata dayîn.

Me binê wê xêz kiribû ku wê karesat li vir rû bide”

Ji bo karkerên ku di binê axê de ne dem derbas dibe.

Ji 10 bajaran bi sedan kes ji bo rizgarkirina wan bê navber dixebitin û li hêlekê jî xetere heye siyanura ku belav bûye biherike nava avê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst