Kanzaya Erzinganê: Cenazeyê karkerekî piştî 53 rojan hat dîtin

05-04-2024
RÛDAW
Nîşan Erzingan Îlîç Kanzaya Zêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îlîçê ya parêzgeha Erzinganê cenazeyê yek ji 9 karkerên ku di bin kanzaya zêran de mabûn piştî 53 rojan hat dîtin.

13ê Sibata 2024an li navçeya Îlîçê ya Erzinganê kanzayeke zêran a kompanyaya Anagoldê hilweşiyabû û 9 karker di bin axa kanê de mabûn.

Ji wê rojê ve karûbarên lêgerîna wan karkeran berdewam in.

Li gorî zanyariyan cenazeyê yek ji wan karkeran Ugur Yildizê 32 salî 53 rojan piştî bûyerê hat dîtin.

Cenazeyê Ugur Yildizê ku şofêrê barhilgirekê bû di nava barhilgirê de hat dîtin.

8 karkerên din hîn di bin axa kanzayê de ne û karûbarên lêgerîna li cenazeyên wan berdewam in.

Piştî hilweşîna kanzayê derbarê kompnayaya Anagoldê de lêkolîn hatibû kirin û 11 kes hatibûn desteserkirin.

Di çarçoveya lêkolînê de rêveberê kompanyayêyê Kanadayî I.R.G jî di nav de 8 kes hatibûn girtin û 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Ew kesên hatine girtin di kompanyayê de wekî endezyar, rêveber û kargêr dixebitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst