Li Agirî û Dêrsimê perwerde hat ragirtin

13-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê ev demeke ku berfê destpê kiriye û bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan dike.Li  parêzgehên Dersîm û Agirî yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde 13ê Çileya 2022an bo dema rojekê navber bo perwerdeyê hat dayîn û dibistan hatin girtin.

Li beşeke zêde ya parêzgehên Bakurê Kurdistnê bi taybet jî bajarên Herêma Serhedê ev çend roj in berfeke zêde dibare û bandorê li jiyana welatiyan dike. Ji ber  berfa zêde li hinek navçeyên Dersîm û Agirî bo dema rojekê  perwerde hat rawestandin.

Li gor daxuyaniyên ku ji aliyê qeymeqamiyên navçeyên Pulur, Xozat, Qisle û  Pilemûriyê yên Dersîmî ve hatine belavkirin, ji ber berfa zêde ku ev 4 roj e berdewam e îro Pêncşembê 13ê Çileya 2022an dê li wan navçeyan dibistan girtî bimînin.

Li gor agahiyan li her çar navçeyan nêzîka metreyekê berf bariya ye û rêyên 160 gundan jî hatine girtin. Walîtiya Dersîmê ragihandiye ku ji ber keş û hewaya nerênî bandorê li jiyanê dike biryar hatiye wergirtin ku bo dema rojekê li 4 navçeyan dibistan bên girtin. Herwiha rêya navçeyên Xozat-Balikan-Pulurê jî ji ber berf û bahozê bo heta rewş asayî bibe dê bo çûn û hatine girtî be û hişyarî hatiye dayîn ku ji dêlva vê rêyê rêyên hatine diyarkirin bên bikaranîn.

Li navçeya Zêdkan ser bi parêzgeha Agirî jî îro ji ber berfa zêde hemû dibistan hatin girtin. Li gor daxuyaniya Walîtiya Agirî li navçeya Zêdkanê dibistan ji ber berfê bo dema rojekê hatine rawestandin û li aliyê din hat ragihandin ku li beşek ji navçeyên 11 parêzgehên Tirkiyê jî ji ber berfa zêde dibistan hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst