Boris Pistorius: Pêşmerge ji bo vê herêmê gelekî girîng in

12-12-2024
Boris Pistorius / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Boris Pistorius / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius Hewlêr Pêşmerge Piştgirî
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius got, “Em dê piştgiriya ku didin Pêşmergeyan bidomînin, Pêşmerge ji bo vê herêmê gelekî girîng in.”

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius îro hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Boris Pistorius piştî civînê daxuyaniyek da medyayê û pirsên rojnamegeran bersivandin.

“Pêşmerge ji bo vê herêmê gelekî girîng in”

Boris Pistorius li ser pirsa Nûçegihana Ala Şaliyê ya di heqê Pêşmergeyan de got:

“Çawa ku me dema şerê DAIŞê piştgirî da wan, em dê niha jî alîkariyên xwe bidomînin.

Em dê piştgiriya ku didin Pêşmergeyan bidomînin, Pêşmerge ji bo vê herêmê gelekî girîng in.”

Pistorius da zanîn ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê hebûna hêzên wan a li vê herêmê girîng e.

“Ez dê li gel Tirkan jî biaxivim”

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê li ser rûdanên li Sûriyeyê jî wiha axivî:

“Rewşa Sûriyeyê yek ji mijarên vê serdanê bû, ne ne xwest em tenê temaşevan bin û me xwest em jî di nav de bin.

Tirkiye wekî endameke NATOyê aktoreke girîng e û piştî ku Îran û Rûsya vekişiyan rola wê ji berê zêdetir bûye.

Ez dê li gel Tirkan jî biaxivim û Îraq li vê herêmê welatekî mezin e û dan û standina bi Îraqê re girîng e, dê rolekê wê hebe û divê li Îraqê demokrasî were parastin.

Hêzên me yên li vê derê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê piştigriyê didin artêşa Îraqê ev yek ji bo Herêma Kurdistanê jî girîng e.”

“Almanya dê bimîne”

Boris Pistorius da zanîn ku wan dema şerê DAIŞê gelek piştgirî daye Îraqê û dê ev piştgiriya wan berdewam bike û got:

“Em dixwazin artêşa Îraqê bi hêz bikin û hem li vir û hem jî li Sûriyeyê rê li ber DAIŞê bigirin da ku careke din nikaribe serê xwe hilde û wekî berê vegere.

Em bi berpirsên Îraqî re axivîn û me got ku Almanya dê wekî hevkarekî li vê derê bimîne.

Em dê hem ji bo we û hem ji bo xwe li Îraqê bimînin.

Hêz û saziyên me dê bimînin û dê perwerdeya hêzên leşkerî jî berdewam bike.”

“Hêzên me dê bimînin”

Pistorius li ser naveroka civînên xwe û Nêçîrvan Barzanî jî wiha axivî:

“Em dê piştgiriyên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê jî bidomînin, em dê şêwirmendiya hêzên leşkerî yên Kurdan bikin.

Em dê ji bo şerê bi DAIŞê re bi hev re bixebitin. Projeya me ya klînîka Pêşmergeyan heye û ev berdewam dike.

Ez bahwer nakim ti pirsgirêk derkeve. Me li Herêma Kurdistanê bi hev re gelek kar kiriye û dê berdewam jî bike. Ev hatina min gelekî bi dilê min e.

Me dema mana hêzên xwe bi awayekî qanûnî dirêj kir û dê bimînin.

Gelek tişt hene ku divê em bikin û me xwest em bahweriya di navbera xwe de xurt bikin.”

“Pêşmerge ji bo vê herêmê gelekî girîng in”

Boris Pistorius pirsa Ala Şaliyê ya bi rengê, “Gelo hûn dê piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmergeyan bidomînin û plana we çi ye?” wiha bersivand:

“Helbet Pêşmerge dê piştgiriya me wergirin. Pêşmerge ji bo vê herêmê gelekî girîng in.

Çawa ku me dema şerê DAIŞê piştgirî da wan, em dê niha jî alîkariyên xwe bidomînin.

Di navbera me bahweriyek çêbûye û em dê bi hev re bixebitin. Projeyên me hene û em dê van bidomînin.

Em dê hem li vir û em hem li Sûriyeyê karên xwe bidomînin.

Divê pêkhate bên parastin û ewlehî û aramî hebe.

Divê em bi hev re bixebitin. Me xwest em bibêjim ji bo piştgiriya vê herêmê û Herêma Kurdistanê amade ne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst