Almanya: Em êrişa Îranê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar dikin

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Hewlêr Êrişên Îranê Supaya Pasdaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê êrişa Îranê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û got, “Ew yekparçeyiya axa Îraqê binpê dike û aramiya tevahiya herêmê dixe metirsiyê.”

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî 8 cihên Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya yek salî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û wiha got:

“Em êrişa mûşekî ya îşev a Îranê ya neberpirsane bi tundî şermezar dikin.

Ew yekparçeyiya axa Îraqê bin pê dike û aramiya tevahiya herêmê dixe metirsiyê. Dilê me bi malbatên qurbaniyan re ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst