PWK: Divê li Rojavayê Kurdistanê PYNK, ENKS û hemû partiyên Kurdan li hev bikin

12-12-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Rojavayê Kurdistanê PYNK ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PWKyê bi boneya nema desthilata Beşar Esed peyamek belav kir û got, “Divê li Rojvayê Kurdistanê PYNK, ENKS û hemû partiyên Kurdan li hev bikin.”

Partiya Welatparêzên Kurdistanê di peyama xwe de diyar kir ku “rûxandina rejîma Beşar Esad a 61 yek salî, cihê dilxweşiyê ye.

Rûxandina rejîmên dîktator, di rêya rûxandina dîktatorên din de jî hêviyên me xurtir dikin.”

“Rewş ne diyar e”

PWKyê amaje bi wê yekê kir ku rewşa piştî rûxandina Beşar hîn jî ne diyar ka dê çawa be û got:

“Rewşa heyî, ji bo gelê me yê Rojavayê Kurdistanê jî ji bo hemû gelên Sûriyeyê jî gelekê rîsk û xeteriyan jî û gelek firsendan jî di nava xwe de dihewîne.

Di rewşweke wiha hesas de, hinek behs hene, Amerîka û Fransa hewl didin ku PYNK û ENKS li hev bicivin û karibin wekî heyeteke hevbeş li gel rêvebiriya Şamê hevdîtinan bikin.

Em wekî PWKyê piştigiriya her hewldaneke ji bo lihevhatin û tifaqa aliyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin.

Em piştgiriya hewldanên ji bo lihevhatina aliyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê, wekî wazîfeyeke neteweyî ya hemû Kurdên cîhanê dizanin.”

“Divê hemû alî bicivin”

PWKyê da zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku li gorî vê rewşa nû, ji bo berjewendiyên Kurdên Rojavayê Kurdististanê, pêwîstiyeke lezgînî pê heye ku PYNK, ENKS û hemû partiyên Kurdan bicivin û got:

“Em dibêjin, îro hemû aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, divê tiştên ku heta îro rûdane deynin aliyekî, ji bo avakirina îdareyeke hevbeş a leşkerî, aborî, siyasî û dîplomasî bêne cem hev û wekî aliyê Kurd û Kurdistanî bibin mixatabê hemû dewletan.

Ev wazîfe û pêwîstiyeke esasî ya ji bo parastin û pêkanîna berjewendiyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.”

“Divê Tirkiye dikin dawî li vê siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan bîne”

PWKyê her wiha bangî Tirkiriyê kir û got:

“Em bangî dewleta Tirkiyeyê dikin ku dawî li êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bînin, li gel hemû aliyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê ji bo diyalogê gavên pêwîst bavêjin.

Her gaveke ku dewleta Tirkiyeyê ji bo rêzlêgirtina mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê  bavêje dê rêya çareseriyeke demokratîk, aştiyane, siyasî li Bakurê Kurdistanê jî xurtir bike.

Eve 100 sal in ku dewleta Tirkiyeyê siyaseta li dijî miletê Kurd dimeşîne lê vê siyasetê nikariye miletê Kurd û doza wî ya rewa ji holê rake.

Em bangî dewleta Tirkiyeyê dikin ku dawî li vê siyaseta xwe bîne. Divê bi diyalogê rêya qebûlkirina hebûna miletê Kurd û mafên wî yên neteweyî, demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bê vekirin.”

“Dê bandor li hemû perçeyên Kurdistanê bike”

PWKyê herî dawî got:

“Eşkere ye ku pêşhateyên îro li Sûriyeyê rûdidin, dê tesîra xwe bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û her wiha li hemû perçeyên Kurdistanê jî hebe.

Ji ber vê rastiyê jî ji her demê zêdetir îro pêwîstî bi wê yekê heye ku li ser hişmendiya neteweyî, demokratîk, di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê de, tor û mekanîzmayeke ku karibe koordînasyon, hemahengî, diyalog, dan û stendin, şêwra navxweyî, bi hev re diyarkirina fikir û helwestên hevbeşhûne heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst