Li Hesekê krîza avê her ku diçe metirsîdartir dibe

12-07-2023
Hisên Omer
Li Hesekê krîza avê her ku diçe metirsîdartir dibe
Li Hesekê krîza avê her ku diçe metirsîdartir dibe
Nîşan Krîza Avê li Hesekê Ava Elokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanl ji ber qutkirina ava Elokê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, astengî û zehmetî ji bo jiyana nêzî 1 milyon kes çêkiriye.

Bajarekî bi tevahî xwe tî maye. Av bi bileka misîn û dilopan tê bikarînan. Sedem jî birîna ava wêzgeha Elok e ji aliyê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê ve ku rehê jiyana nêzî 1 milyon kes girêdayî wê wêzgehê ye.

Li gorî Rêveberiya Ava Hesekê, rojane pêwîstiya Hesekê bi 150 hezar metresêca avê heye lê rojane1000 m³ av digihe Hesekê wate 140000 m³ rojane kurthênana avê heye.

Herwiha li Hesekê 60 tankerên Rêveberiya avê hene û 700 tankerên taybet ên di bin çavdêriya Rêveberiya avê de hene.

Îsa Yûnis, Hevserokê Rêveberiya Ava Hesekê ragihandiye ku Desteya Şaredariyan projeya rakêşana avê bo Hesekê gotûbêj dike.

Hevserokê Rêveberiya Ava Hesekê Îsa Yûnis got "Ji roja 3yê tîrmehê ve, devera Hesekê weke navçeyeke karesatê hatiye ragihandin bi sedema nemana avê û kêmbûna rêjeya wê li bajarê Hesekê. Ew weke navçeyeke karesatê hatiye ragihandin, ew jî ji encama siyaseta sîstematîk a dagîrkerê Tirk bi qutkirina çavkaniyên avê ji ser Hesekê. Projeya rakêşana avê ji bo bajarê Hesekê ji aliyê Desteya şaredariyan ve tê dîrasekirin. Mijara projeya rakêşana avê ji bo bajarê Hesekê di destê Desteya şarederiyan de ye."

Piştî dagîrkirina Serê Kaniyê Wêzgeha Elok ketiye destê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de. Ji dawîya sala 2019an ve, bi dehan car av bi temamî li ser Hesekê, Til Temir û gundewarên wan û 3 kampên koçberan hatiye birrîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst