Krîza avê li Hesekê bûye sedema belavbûna nexweşiyan

08-07-2023
Ferdî Sak
Krîza avê li Hesekê bûye sedema belavbûna nexweşiyan
Krîza avê li Hesekê bûye sedema belavbûna nexweşiyan
Nîşan Krîza Avê li Hesekê Nexweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hesekê karesata avê heye, ji ber ku ava Hesekê ji westgeha Elok dihat û ew di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê de ye, av qut kirine, qutkirina avê bûye belayeke mezin li ser welatiyan. Ji ber kêmaviyê û bilindbûna pileya germayê, nexweşî jî di nav xelkê de zêde bûye, bi taybetî nexweşiyên cildî, zikçûn û jehrîketin piraniya nexweşên ku serdana nexweşxaneyan dikin, zarok in.

Li  bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber qutkirina ava wêstgeha Elokê ev demeke krîza avê serî hildaye.

Welatî ji ber bê aviyê dinalînin û neçar in ji  tankeran bi pereyekî zêde avê dabîn bikin.

Ev rewş bûye sedem ku li Hesekê  niha nirxê 5 bermîlên avê bigihe  20 hezar lîreyên Sûrî.

Endazyar û Şarezayê Avakirina Bendavan, Ala Hebo  ji Rûdawê re got “ji bo derbaskirina vê krîzê 4 rêyên çareseriyê li pêşiya Rêveberiya Xweser in.”

Endazyar û Şarezayê Avakirina Bendavan Ala Hebo anî ziman, “Çareseriya yekem projeya Girê Xêlid e, 3 sal in hatiye amadekirin û Rêveberiya Xweser kar tê de kir. Çareseriya duyem jî projeya Çemê Dîcleyê ye, ew jî kar li ser hatiye kirin. Dikarin berê xwe bidine Çemê Feratê ji aliyê gundê Keramê yê Reqayê, dikarin xeteke avê ji Çemê Firatê jî bînin û yeka din jî xeta Bendava Sefan ku me ji Qamişlo re amade kiribû.”

Ji ber kêmaviyê û  zêdebûna pileyên germayê, belavbûna nexweşiyan di nava welatiyên Hesekê de zêde bûye.

Rewş gihîştiyê wê astê ku rojane bi dehan kes ji ber zikçûn, tîfo û nexweşiyên din, serdana nexweşxaneyan dikin ku piraniya wan zarok in.

Pisporê Nexweşiyên Hinavan li Hesekê Dr. Riyad Osman ji Rûdawê re behsa bandorên kêmaviyê yên li ser tenduristiya xelkê navçeyê kir.

Pisporê Nexweşên Hinavan Dr. Riyad Osman li ser belavbûna nexweşiyan got, “Ji sedî 80-100 nexweşên ku têne nexweşxaneyê ji ber zikçûnê diçin û piraniya wan zarok in. Bi ava gemarî re nexweşî belav dibin ku ji wan tîfo û kolera ne.”

Wêstgeha Elok çavkaniya sereke ya ava xelkê Hesekê ye. Lê Tirkiyê û çekdarên ser bi  wê ve ji Cotmeha 2019an car bi car  ava wê li ser Hesekê  qût dikin. Herî dawî jî ev 2 hefte ne bi temamî av qûtkirine û di vê Çileya germayê de xelk bê av hîştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst