Şandeyeke NY û Xaça Sor çû Serê Kaniyê

17-09-2024
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Xaça Sor a Navneteweyî Serê Kaniyê Ava Elokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya, Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor a Navneteweyî li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo nûjenkirina bîrên Elokê dixebitin.

Xaça Sor a Navneteweyî li gel hêzên Rûsyayê û şandeyeke Netewên Yekbûyî (NY) ji bo ava Elokê careke din bê berdan çûn Serê Kaniyê.

Bajarê Serê Kaniyê ji Çiriya Pêşîn a 2019an ve ji aliyê Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin.

Karwana Xaça Sor a Navneteweyî, hêzên Rûsyayê û şandeya Netewên Yekbûyî çû ser bîrên Stasyona Elokê ku ava Hesekê ji wê derê diçe.

Armanca wan çareserkirina pirsgirêka qutkirina ava bajarê Hesekê ye.

Ji dema ku Serê Kaniyê hatiye dagirkirin ve çekdar ava Elokê ji ser Hesekê qut dikin.

Herî dawî ev salek û 4 meh in av ji ser Hesekê hatiye qutkirin.

Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî heta niha çend proje ji bo kişandina avê ji bo bajarê Hesekê dane destpêkirin lê piraniya wan bi ser neketine.

Tenê berî 2 mehan projeya kişandina ava çemê Firatê bi dawî bû lê ew jî têra Hesekê nake û gelek caran tê qutkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst