Li Dîlokê 2 kes bi hinceta YPGyê hatin girtin

12-06-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok YPG Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê  2 kes bi hinceta ku berê di nav YPGyê de mane hati girtin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgeriya Dîlokê ve hatiye dayîn, tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Dîlokê du kesên welatiyê Sûriyeyê girt.

Hat diyarkirin ku ew bi hinceta ku di nav YPGyê de mane li navçeya Şehîtkamilê ya Dîlokê hatine desteserkirin.

Cendirmeyan serê vê sibehê bi ser mala ku ew welatiyên Sûriyeyê lê dima de girtine û ew desteser kirine û birine Navenda Cendirmeyan.

Cendirmeyan piştî rêkarên destpêkê yên li wê navendê ew şandine dadgehê.

Li dadgehê dozger biryara girtina wan da û ew hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst