Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir

12-05-2021
RÛDAW
Nîşan Baroya Wanê Zimanê Kurdî Parêzer Dadgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Wanê ya Bakurê Kurdistanê Komîsyona zimanê Kurdî ava kir ku ji 75 parêzeran pêk tê û wê di demeke nêzîk de dest bi kar bike.

Baroya Wanê diyar kir ku ew komîsyon ji bo ku parêzerên baroyê fêrî zimanê Kurdî bike hatiye avakirin û ew ê ji bo ziman çalakiyan jî li dar bixin û dê di demeke nêzîk de dest bi kar bike.

Endamê Desteya Rêvebiriya Baroya Wanê û Berbirsê Komîsyonê Kadîr Kutevî derbarê komîsyonê de agahî dan û got, "Li baroyê kêmasiya gelek parêzerên me di xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî de heye. Hat xwestin ku bo wê xebatek bê kirin. Me jî komîsyonek ava kir."

Berpirsê Komîsyonê Kadîr Kutevî derbarê rêbaza xebatê de jî agahî dan û ragihand, "Bo fêrbûna zimanê Kurdî emê polan ava bikin. 75 hevkarê me di komîsyonê de cîh digrin. Ewê bo fêrkirinê, alîkariyê ji mamosteyên ku li bajarê me Wanê xebata zimanê Kurdî dimeşînîn, bixwazin."

Kadîr Kutevî li ser pêwîstiya avakirina Komîsyonê jî diyar kir, “Dema xelk diçe dadgehê, ji ber bi piranî zimanê  Tirkî nizanin karmendên wir ji wan re dibin wergêr. Lê ew karmend jî zêde kurdî nizanin û di wergerê de gelek xeletiyan dikin. Ev jî rê li ber mexduriyeta xelkê vedike.”

Baroya Wanê tekez dike,  ew dê li gor zaravayên kurdî kesên profesyonel perwerde bikin ku “bikarin wergêreke rast û baş bikin” û piştî wê jî dê serî li dadgehan bidin ji bo ku wergêrên Kurdî werbigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst