Li bajarokekî Semsûrê ji ber nexweşiya harbûnê karantîna hat ragihandin

12-03-2025
RÛDAW
Nîşan Semsûr Harbûn Karantîna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Koseceliyê yê navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber nexweşiya harbûnê ya kûçikan karantîna hat ragihandin.

Li gorî zanyariyan gundiyekî ku ajeldariyê dike, ji navçeya Erebanê ya Dîlokê kûçikek biriye bajarokê Koseceliyê yê Semsûrê.

Piştî ku cotkar ji tevgera kûçik gumanê dike Saziya Çandinî û Daristanê ya Bêsniyê agahdar dike û kontrolên kûçik tên kirin û tê tesbîtkirin ku nexweşiya harbûnê pê re heye.

Bi biryara Saziya Çandinî û Daristanê ya Bêsniyê li bajarokê Koseceliyê 6 mehan karantîna hat ragihandin û tabeleya “Herêma bi Rîsk a Harbûnê” hat daleqandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst