RIHA - Zilamê ku har bûbû canê xwe ji dest da

23-08-2023
RÛDAW
Nîşan Harbûn Hesen Xelîl Faras
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hesen Xelîl Farasê ku ji bajarê Girê Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Welatiyê bi navê Hesen Xelîl Faras ê 30 salî li bajarê Girê Spîyê yê Rojavayê Kurdistanê di encama êrişa kûçikê bêxwedî de birîndar bû.

Piştî ku kûçik ew ges kir Hesen Xelîl Faras çû nexweşxaneyê. 

Dema diyar bû ku Faras har bûye, tîmên tenduristiyê 18ê Tebaxê ew rakiribû Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.

Xelîlê ku piştî tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înanê ya Rihayê hat kirin, canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Hesen Xelîl Faras, ber bi bajarê Girê Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê ve hat veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst