SEMSÛR - Hesp xwediyê xwe gez kir, ketin û derketina gund hat qedexekirin

10-09-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr Harbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Bileyleyê yê navçeya Alduşê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber nexweşiya harbûnê ketin û derketin hat qedexekirin.

Li gundê Bileyleyê, piştî ku hespê Ramazan Saridogan êrişî wî kir û ew gez kir, gundiyan Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Alduşê agahdar kir.

Tîmên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Alduşê li ser daxwaza xelkê çûn gundê Bileyleyê û parçeyên ku ji hesp wergirtin ji Rêveberiya Enstîtuya Lêkolîn û Kontrolê ya Veterîneriya Edeneyê re şandin.

Piştî lêkolînan hat diyarkirin ku hesp har bûye.

Bi biryara Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Alduşê gundê Bileyleyê 6 mehan hat karantînekirin.

Dê ji sibe û pê ve hespê Ramazan Saridogan û ajelên gund bên dermankirin.

Ramazan Saridogan ê xwediyê hespê li Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê ji ber nexweşiya harbûnê hat dermankirin.

Berpirsê Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Alduşê Fethi Gurbuz jî li ser bûyerê got:

“Harbûn nexweşiyek e ku derbasî mirovan jî dibe, ji ber wê em dê derziyê li hemû ajelên gund bidin. Ketin û derketina ajelan a gund dê qedexe be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst