Karsazê Kurd xaniyek da zarokê ku got 'xaniyê me nîne'

12-02-2023
RÛDAW
Karsazê Kurd xaniyek da zarokê ku got `xaniyê me nîne`
Karsazê Kurd xaniyek da zarokê ku got `xaniyê me nîne`
Nîşan Erdheja Mereşê Yilmaz Uzeyiroglu Mereş Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê Kurd Yilmaz Uzeyiroglu, xaniyek da wî zarokê ku dema ji bin kavilên erdhejê hat rizgarkirin gotibû; “xaniyê me nîne, wî cuzdanî jî bînin, dibe ku em bi wî pereyî xaniyekî bikirin.”

Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, Halil Sami Kulotu yê 7 salî û birayê wî Yunus Efe yê 3 salî piştî erdheja 6ê Sibatê bi 4 rojan 10ê Sibatê ji bin kavilên Apartmana Gonca ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve bi saxî hatibûn rizgarkirin.

Halil Samî dema ji aliyê tîman ve ji bin kavilan hat derxistin, ji wan re got: “Keko ez dê tiştekî bêjim, bavê min mal emanete min kir. Çenteyekî reş heye, di nav de cuzdan heye. Pere tê de ne. Xaniyê me jî nîne. Dibe ku em bi wî pereyî xaniyekî bikirin.”

Dê, Bav û xwîşka Halil Sami di bin kavilan de canê xwe jidest dan.

Piştî dîmenên Halil Sami li ser sosyal medyayê belav bûn Serokê Kompanya Uzeyirolgu Yilmaz Uzeyirloglu gihişte Halil Sami û kesûkarên wî û mizgîniya xêrê da wan, ku dê li Îzmîrê xaniyekî bide Halil Sami û birayê wî.

Uzeyiroglu yê dîmenên axavtina xwe û Halil Sami li ser sosyal medyayê belav kir ji Rûdawê re got: “Dîmenên wî bandoreke zêde li min kirin. Min hewl da ez bigihêjim wan û ez bi wî û xalê wî re axivîm. Niha li nexweşxaneyê ne. Em dê ji bo serdana wan biçin Mereşê. Me di avahiyên xwe yên li navçeya Konak a Îzmîrê xaniyek da wan. Berê kurekî min hebû, niha sê kurên min hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst