Li Bedlîsê demsala berhevkirina kartolan dest pê kir

11-11-2023
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Kartol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê demsala berhevkirina kartolan dest pê kir.

Kartol piştî çandinê bi 6 mehan bi ser axê dikevin. Karker hebên wan yek bi yek berhev dikin û dixin tûran.

Kartolên ku ji zeviyan tên rakirin li kargehên parêzgehê ji hev tên cudakirin û piştre bi barhilgiran ji çar aliyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re tên şandin.

“Em bi cotkarên xwe re ne”

Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Bedlîsê Ramazan Çolak anî ziman:

“Kartol yek ji berhemenên stratejîk ên bajarê me ye. Tevî ku kartol li hemû navçeyên me tên berhemanîn lê herî zêde li navçeyên Tetwan, Xelat û Elcewazê tên çandin.

Li navxwe gelek kiryarên kartolên navçeyên me yên Tetwan, Xelat û Elcewazê hene.

Em wek Rêveberiya Çandinî û Daristanan di 6 mehên proseya berhemanînê de hertim bi cotkarên xwe re ne.”

Bedlîs ji sedî 5ê hemû kartolên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berhem tîne.

Di berhemanîna kartolên xwarinê de 9emîn û di berhemanîna kartolên tov de jî 3emîn parêzgeh e.

Îsal 16 cureyên cuda yên kartolan li Bedlîsê hatine çandin.

Armanc bi giştî 313 hezar ton kartol bên rakirin

Cotkar Mesut Subaşi jî li ser berhamanîna kartolan got:

“Em li Xelatê li ser 2 hezar 500 dekar erd kartolan berhem tînin. Hezar û 250 dekar ji vî erdî kartolên tov in û hezar û 250 dekar jî kartolên xwarinê ne.

Em cureyên cuda yên kartolên xwarinê, pîşesaziyê û kartolên cîpsan berhem tînin. Em kartolên tov ên Xelatê dişînin bajarên cuda yên Tirkiyeyê û gelekî daxwaz li ser heye. Ji ber ku berhema wê zêde ye.

Ji her dekarek erdê ku kartolên tov ên hawirde li ser hatine çandin 4 ton berhem tê rakirin lê ji her dekarek erdê ku tovê xwemalî yê kartolên me li ser hatiye çandin 7 heta 8 ton berhem tê rakirin.”

Cotkarên Bedlîsê îsal li ser rûberê 63 hezar dekar erdê Bedlîsê kartol çandine. Armanc ew e ji wî erdî bi giştî 313 hezar ton kartol bên rakirin.

Tê pêşbînîkirin ku dahata îsal a kartolan a ji bo Bedlîsê 2,5 milyar lîreyên Tirkî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst