Nêçîrvan Barzanî balyozê Îranê qebûl kir

11-09-2023
RÛDAW
Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim El Sadiqî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim El Sadiqî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Kazim El Sadiqî Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim El Sadiqî qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim El Sadiqî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de pêşxistina peywendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatine gotubêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku her du alî li ser rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê axivîne.

Herwiha peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û danûstendinên ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan jî bûne mijarên wê civînê.

Li aliyê din Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî bal kişandiye ser girîngiya peywendiyên bi Komara Îslamî ya Îranê re wekî cîranekî girîng ê Herêma Kurdistanê.

“Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftina Îraq û Îranê ye”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de ye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku “Ew tu carî rê nadin ji Herêma Kurdistanê ti metirsiyeke ewlehiyê ji Komara Îslamî ya Îranê re çêbibe.”

Li aliyê din Balyozê Îranê Sadiqî jî bal kişand ser pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re.

Li gorî daxuyaniyê, Sadiqî ji ber alîkariyên wî û hêsankirina veguhestina ziyaretkarên Îranê ji bo beşdarî merasima bîranîna Aşûrayê û çilê Îmam Husên bibin spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kiriye.

Serokiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên di berjewendiya her du aliyan hatine gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst