Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran civiyan

07-05-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Supaya Pasdaran a Îranê Husên Selamî Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran a Îranê Husên Selamî li Tehranê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê pêwendiyên Îranê yên bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re bi taybetî jî yên di warê ewlehiyê de hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera Îran, Îraq û Herêma Kurdistanê de ji bo parastina ewlehî û aramiya ser sînoran û rûbirûbûna metirsiyên ewlehiyê kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de behsa bandor û encamên şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn hatiye kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “Her du alî hev ra bûn ku divê her kes ji bo parastina aramiyê bixebite û rê neyê dayîn ku alozî zêde bibin.”

Herwiha li gorî daxuyaniyê, "hevkarî û hevahengiya ewlehî û leşkeriyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û têkoşîna li dijî metrisiya tarorê" mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst