Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daristan dişewitin

18-07-2023
Zozan Çetîn
Hewldanên vemirandina agir berdewam in, li hinek cihan agir hatiye kontrolkirin lê li hinek cihan hêj agir gur e
Hewldanên vemirandina agir berdewam in, li hinek cihan agir hatiye kontrolkirin lê li hinek cihan hêj agir gur e
Nîşan Agir Daristan Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev çend roj in li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber sedemên cuda bi hezaran hektar daristan dişewitin. Ji roja 16ê Tîrmehê ve li parêzgehên Tekîrdag, Mugla, Çanakkale, Balikesîr, Adana, Mersin, Antalya û Hatay ên Tirkiyê û parêzgehên Kilîs, Riha û Amedê yên Bakurê Kurdistanê daristan dişewitin.

Ji hewayî û bejahî ve hewldanên vemirandina agir berdewam in, li hinek cihan agir hatiye kontrolkirin lê li hinek cihan hêj agir gur e û her diçe berbelav dibe. Wezîrê Navxwe yê Tikriyê duh Serdana parêzgeha Karabukê kir û derbarê agirê daristanan de ligel berpirsên wî bajarî civiya û piştre di civîneke rojnamavanî de derbarê agirê daristanan de agahî dan.

 Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya got: “Wek hûn dizanin mixabin di rojeva me de berî vê lehî hebû, niha jî agirê daristanan heye. Ji ber guherîna keşûhewayê û germa zêde ya li jor rewşa asayî ya demsalê û herwiha hestyarnebûna mirovan bûne sedema şewitîna daristanan. Wek wezaret bo em sedema destpêkirina agir derxin holê xebatên me berdewam in. Heta niha sedema 5 agirên doh eşkere bûne. Yek ji ber teqîna tirafo, du ji ber sedemên xwezayî û du jî bi qezayê çêbûnê.”

Li Amedê hewl tê dayîn ku agirê daristanê bê vemirandin

Li navçeya Liceyê ya Amedê şewata daristanê bi hewldana ekîban tê vemirandin.

Li qada daristanê ya Taxa Arikliyê ji ber sedemeke hê ne diyar e şewat derket.

Herwiha tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Liceyê, Şaredariya Gencê ya Çewlîgê û Rêveberiya Dezgeha Daristanê ya Amedê çûn cihê şewatê.

Tîm niha hewl didin agir bê vemirandin.

Roja Yekşemê 16ê Temuzê li 19 cihan agir bi daristanan ket, heman rojê li 16 cihan agir hat kontrol kirin. Ro 17ê Temuzê jî li 6 cihên din agir bi daristanan ket. Tenê li navçeya Belen a Hatayê ji ber agir hezar û 500 kes ji malên wan hatin veguhestin. 120 hektar daristan şewitiye, agir bi 7 mal û 4 otomobîlên welatiyan ketiye û şewitîne.

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê jî heman rojê li Çanakalle derbarê agirê daristanan de axivî.

Wezîrê Çandinî û Dirstanan yê Tirkiyê Îbrahîm Yumakli got: “Agir bandor li navçeyek berfireh kiriye. Em tenê behsa cihên daristan nakin. Zeviyên çandiniyê û cihên nîştecîhbûnê û gund hene. Lê heta niha bi saya Xwedê ziyanên me yê canî nînin. Wek birîndar jî tenê kesên me yên ku dûmanê bandor li wan kiriye hene.”

Li gor amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê di sala 2022an de di 2 hezar û 43 bûyerên agir de, 12 hezar û 384 hektar daristan şewitîne. Îsal di 6 mehên destpêkê de û heta meha Hezîranê li Tirkiyê 2 hezar 149 hektar daristan şewitîne. Wiha xuya ye di encama agirê vê carê de dê rûberê daristanên ku îsal şewitîne gelekî zêde be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst