Li Efxanistanê ji ber lehiyê 300 kesî canê xwe ji dest da

11-05-2024
RÛDAW
Nîşan Efxanistan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke xurt a baranê Efxanistan girtiye û li wî welatî heta niha 300 kesî ji ber lehiyê canê xwe ji dest da.

Konseya Xorakê ya Neteweyên Yekbûyî WFPyê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê lehiya li Efxanistanê peyamek belav kir.

Li gorî zanyariyan, ji ber lehiyê di heyama 2 hefteyên dawî de li parêzgeha Baxlanê zêdeyî 300 kesî canê xwe ji dest daye û hezar xanî jî hilweşiyane.

Ji aliyê din Saziya Meteorolojiyê ya Efxanistanê hişyarî da ku li parêzgehên Badexşan, Tehar, Baxlan, Penceşîr, Laxman, Kunar, Nuristan û Nangerharê jî baraneke zêde dê bibare.

Berdevkê Parêzgeha Baxlanê Molla Îlim Mucidî ji TOLO Newsê re eşkere kir ji ber lehiya ku di nava 1-2 rojên dawî de pêk hatiye 130 kesî jiyana xwe ji dest daye û 100 kes jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan metirsî heye lehî li wîlayetên Gor, Bedexşan û Heratê jê pêk were.

Li Efxanîstanê di mehên biharê de berf dihele, baranên zêde û binesaziya nesaxlem dibe sedema xisarên canî û malî.

Ji ber lehiyan her sal bi sedan kes jiyana xwe ji dest dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst