Li Efxanistanê karesata lehiyê: Bi dehan mirî hene

11-05-2024
RÛDAW
Nîşan Efxanistan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêmên cuda yên Efxanistanê ji ber lehiyê herî kêm 50 kesî canê xwe ji dest da.

Li gorî medyaya Efxanistanê, li herêmên bakur û bakurrojhilat barana gur bû sedema lehiyan.

Serokê Daîreya Karesatên Xwezayî ya bajarê Baglanê Hedayetullah Hamdard ji Tolo Newsê re got:

“Li herêmên Burka, Nahrîn û Baglana Navîn heta niha 50 kes di lehiyê de mirin.”

Herwiha Serokê Daîreya Karesatên Xwezayî ya bajarê Badahşanê Ekrem Ekberî diyar kir ku li navçeyên Taşkan, Yawan û Tagabê gelek mal û îbadetxane ji ber lehiyê zerer dîtine.

Rayedaran ragihand ku ji bo herêmên lehiyê xebatên alîkariyê yên bilez hatine destpêkirin.

Li Efxanistanê her sal bi hezaran kes ji ber lehiyê her canê xwe ji dest dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst