Serkirdeyan Cejna Remezanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

11-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyên welatan Cejna Remezanê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand:

“Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Pashinyan bi minasebeta Cejna Remezanê nameyên pîrozbayê ji Serokê Herêma Kurdistanê re şandin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin:

“Di nameyan de serokwezîrên Hindistan û Ermenistanê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li gel pîrozbahiya Cejna Remezanê, hêviya serkeftin, xweşî, aştî û aramiyê ji Nêçîrvan Barzanî re xwestin.”

Serkirdeyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re jî kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst