Sêwaz - Mînibus û otomobîla pismaman li hev qelibîn: 2 mirî, 16 birîndar

22-04-2025
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Qeza Mirin Momoste Bijîşk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa ku mamoste û karmendên tenduristiyê tê de bûn otomobîlek li hev qelibîn, 2 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Mînînusa ku şofêrê bi navê Burak N. yê 25 salî diajot û otomobîla ku şofêrê bi navê Halîl Îbrahîm N. yê 26 salî diajot li nêzî gundê Çeltekê yê Sêwazê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê cendirma, tîmên tenduristiyê û helîkoptereke ambûlans şandin cihê bûyerê.

Di qezayê de 12 mamoste, 2 bijîşk û karmendeke tenduristiyê yên di mînîbusê de û 3 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê piştî midaxaleya ewil a li cihê bûyerê birîndar rakirin naxweşxaneyên Sêwazê.

Birîndarên otomobîlê Turan Naçar (69)  û hevjîna wî Emine Naçar (58) li nexeşxaneyê tevî hemû midaxaleyan cane xwe ji dest da.

Hate zanîn ku şofêrên her du wesayîtan pismamên hev in.

Li aliyê din, ji ber qezayê dibistana Îmam Hatibê ya bajorê Yildizê dê heta 28ê mehê girtî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst