Li Êlihê karmendên tenduristiyê li dijî tundûtûîjiyê daxuyaniyek da

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Karmendên Tenduristiyê Tundûtûjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên şaxa Êlihê ya Sendîkaya Oz Saglik-Îşê li dijî tundûtûjiya li dijî karmendên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê kom bûn û daxwuyaniyek da.

Di çend salên dawiyê de tundûtûjiya li dijî karmendên tendirustiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde bûye.

Ji ber wê sedemê gelek bijîşkan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koç kir.

Li gorî amarên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), 10 mehên destpêkê yên sala 2023yan, 2 hezar û 541 bijîşkan ji bo ku biçin derveyî Tirkiyeyê bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtiye.

Doh li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê endamên şaxa Êlihê yê Sendîkaya Oz Saglik-Îşê li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya wî bajarî kom bûn û wan li dijî tûndûtîjiyên li dijî karmendên tendirustiyê çêdibin daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa Êlihê yê Sendîkaya Oz Saglik-Îşê Ahmet Altunç ve hat xwendin:

“Divê tawanbarên tundûtûjiyên li dijî karmendên tenduristiyê bên cezakirin.”

"Em nizanin em dê êvarî vegerin malê yan na"

Serokê şaxa Êlihê yê Sendîkaya Oz Saglik-Îşê Ahmet Altunç anî ziman:

“Tundûtûjiya li dijî karmendên tenduristiyê berdewam dike û herî dawî li karmendekî me yê ewlehiyê xistin.

Ji ber tundiyên li dijî karmendên tenduristiyê jiyana me di metirsiyê de ye.

Wekî karmendên tenduristiyê êdî dema em ji malê derdikevin em ji hevjîn û zarokên xwe xatir dixwazin, ji ber ku em nizanin em dê êvarî vegerin malê yan na!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst