Cotkarên Rojavayê Kurdistanê nikarin kar di zeviyên xwe yên li ser sînor de bikin

10-11-2020
Xalid Cemîl Mihemed
Zeviyekî çandiniyê li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê.
Zeviyekî çandiniyê li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî rewşa zehmet a debara jiyanê li Rojavayê Kurdistanê, kêşeyeke din a mezin heye, ew jî girêdayî zeviyên çandiniyê ye. Li seranserî sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê, cotkar û zeviyên çandiniyê di jêr metirsiya lêdanên pasevanên sînor ên Tirkiyê de ne.

Li wan navçeyên sînorî, cotkar nikarin kar di zeviyên xwe yên çandiniyê de bikin, ew jî bi sedema ku pasevanên sînorî yên Tirkiyê welatî û cotkaran dikin armancên çekên xwe û li gelek navçeyan jî, balefirên çavdêriyê digerin û gelek caran jî, cotkar û welatiyên deverên sînorî hatine armanckirin û kuşin û birîndarkirin.

Weysî Mihemed, cotkarekî ji Rojavayê Kurdistanê dibêje: “Em tên ser erdê xwe, xwedê hema dema dibe êvar em nevêrin bimînin. Fîşekan bera me didin, wextê em bi roj jî tên dajn xeter e, xeterekî pir mezin e, ka em çi bikin, em xwîna xwe xistiye di destê xwe de û em erdê xwe datînin. Yanî zehmet e, li ber hidûd e û fîşekan berdidin me.”

Ji ber tirs û gefên leşkerên Tirkiyê, ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê heta Kobaniyê, zeviyên çandiniyê hatine piştguhxistin, ku bi dehan bûyerên armanckirina welatiyan li wan navçeyan çê bûne û metirsî herdem li ser jiyana xelkên wan navçeyan heye.

Dirêjiya wan navçeyan digihîje bêhtirî 364 kîlometreyan û kûrahiya wan jî zêdetirî 2 kîlometreyan e, ku piraniya wan zeviyan ji ber vê rewşê nayên çandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst