Li Çiyayê Agiriyê berf bariya

10-09-2024
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Agiriyê Barîna Berfê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Agiriyê yê di navbera parêzgehên Agirî û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê de îro berf bariya.

Li Bakurê Kurdistanê her çiqas heta niha li hinek bajaran germeke zêde hebe jî, li hinek bajarên Serhedê berf û baranê dest pê kiriye.

Piştî barana gur a ji doh ve dibare li Çiyayê Agiriyê îro berfê dest pê kir.

Çiyayê Agiriyê /Wêne: AA

Ji ber berfê ji bilindahiya 3 hezar û 600 metreyî heta lûtkeya Çiyayê Agiriyê ku 5 hezar û 137 metre ye spî bû.

Herwiha ji ber barîna berfê çiyagerên ku hildikişiyan lûtkeya Çiyayê Agiriyê rûbirûyê zehmetiyan bûn.

Çiyayê Agiriyê /Wêne: AA

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst